Diyarname
Li Spanyayê hewldanek sivîl ji bo kûpayên Real Madrîdê bi paş ve jê bêne gritin kampanyaya îmzayan da dest pê kirin.
Helwdana sivîl di change.org de kampanya da dest pê kirin û ji UEFA'yê dixwaze 5 kûpayên ku Real Madrîdê di dema dîktator Franco de girtine bi paş ve bêne girtin. Di 5 rojan de 37 hezar kesî îmze daye û van îmzeyan ji bo UEFA'yê dişînin.
Di metna ji bo îmzeyan de tê gotin ku dema di navbera salên 1956-1960'î de tîmê li Ewropayê 5 kûpa girtine "li gor nirxên sporê û demoksariyê tevnegeriyaye" û ji ber vê tê xwestin ku kûpa bi paş ve bêne girtin. Her wiha hatiye gotin ku kûpaya ku di sala 1965-66'an de Real Madrîd girtiye ne li gor navê Lîga Şampiyonan û bi awayekî fermî ev yek bê qebûlkirin.
Di vê navberê de çapemeniya Spanyayê dibêje ku UEFA dê guh nede vê daxwazê.
Real Madrîd ku di Lîga Şampiyonan (navê wê yê berê Kûpaya Klûbên Şampiyon a Ewropayê bû) de 10 caran kûpa bi dest xistiye û di nav tîmên fûtbolê de tîma ku herî zêde ev kûpa bi dest xistiye ye. Real Madrîd îsal careke din derket fînalê û roja 28'ê vê mehê dê ligel Atletico Madrîdê fînalê bilîze.