Diyarname
Em wisa li dinyayek dijîn tenê 8 kes bi qasî 3 mîlyar û nîv kesî zêdetir dewlemend in...
Saziya alîkariyê ya îngilîz "Oxfam" li ser feqîrî û dewlemendî hin dane weşandin û got serweta 8 dewlemendên bi qasî serweta 3.6 mîlyar kesên dinyayê ye.
17'ê mehê dê li Forûma Eborî ya Dinyayê li dar bikeve. Berî vê forûmê rapor hat weşandin, bang li hikumet û karsazên dinyayê hat kirin ku newala di navbera dewlemend û feqîran de bê tengkirin. Di meha adara 2016'an de kovara Forbes lîsteya mîlyarderan eşkere kiribû û di serê lîsteyê de Bill Gates bi 75 mîlyarî hebû. Di rapora niha hatiye amadekirin de ji vê lîsteyê sûde hatiye girtin. piştî Fates bi 67 mîlyarî Amancio Ortega (avakarê INditex) tê û dûre ev tên: Karsaz Warren Buffett (61 mîlyar), karsazê ji Meksîkayê Carlos Slim Helu (50 mîlyar), avakarê Amazonê Jeff Bezos (45 mîlyar), avakarê Facebookê Mark Zuckerberg (45 mîlyar), avakarê Oracle Larry Ellison (44 mîlyar) û Şaredarê berê yê New Yorkê Michael Bloomberg (40 mîlyar).
Berêr Oxfamê eşkere kiribû ku 62 dewlemendên dinyayê xwedî serwetek in ku bi qasî serweta nîvê dinyayê ye, lê Oxfamê rapor nû kir û got tenê 8 kes bi qasî nîvê dinyayê xxwedî serwet in.
Dîrektora Oxfamê Winne Byanyima dê beşdarî Davosê bibe. Ew dibêje: "Li dinyayê ji 10 kesan yek hema bibêje rojê bi 2 dolaran dijî lê di nav çend kesan de ew qas serwet heye. Ev bêedaletî dibe sedem ku bi sed mîlyonan mirov di nav feqîriyê de bijîn, ev yek dike ku civak parçe bibe û demokrasî lawaz bibe."
Ji BBCTirkî hatiye girtin