Li Almanyayê piþtî 30 salan gireva herî mezin
Diyarname
Li Almanyayê di salên dawî de greva herî mezin çêbû: Xebatkarên saziyên dewletê ji bo 24 saetan dest bi gireva xwe ya hiþyariyê kir. Ji ber girevê gelek seferên trênan, bênderan, metro û otobusan betal bûn.
Sendîkaya Verdî (Li Karên Xizmetê dinêre) û sendîkaya EVG (Sendîkaya Bar û Rêyên Hesinî ya Almanyayê) ji bo girevê bang kiribû. Wan bangî 350 hezar karkerên ku di saziyên dewletê de dixebitin kir. Ji ber girevê gelek seferên nava bajêr û yên nav bajaran hatin rawestandin. Tê gotin ku li Almanyayê li 350 cihan herî hindik 30 hezar kesî dest bi girevê kiriye.
EVG ji bo meaþê karkeran herî sindik sedî 12 zem dixwazin. Verdî jî ji bo xebatkarên dewletê herî hindik sedî 10.5 zemê dixwaze.
Berî hevdîtina ligel Hikumeta Federal sendîka dixwaze piþta xwe xurtir bike. Serokê Sendîkayê Martin Burkert gotiye ku ger li hev kirina çênebe berî betlaneya Paskalyayê dê dîsa dest bi girevê bikin.
Li Almanyayê herî dawî 30 sal berê gireveke wisa li dar ketibû.