‘Sal mîna bawîþkan derbas dibin’ derket
Diyarname
Pirtûkeke din a çîrokan bi navê “Sal Mîna Bawîþkan Derbas Dibin” derket. Pirtûka çîrokan ku Nîhatê Hecî Þakir nivîsiye ji Weþanxaneya Nûbiharê derket.
Pirtûka “Sal Mîna Bawîþkan Derbas Dibin” yekem pirtûka Þakir e. Di pirtûkê de çîrok di bin du beþan de hatine bi cih kirin: “Þev û Roj” û “Rojên Din”. Çîrokên “Dengê hespekê hat” û “Mirineke li ser vî erdî li binê vî asîmanî” di beþa yekem de, çîrokên “Mezelê niviþtan” û “Li ber bayê xwe bi newalên xwe ketim” jî di beþa duyem de hatine bi cih kirine.
Di çîrokan de zimaneke cuda hatiye bikaran anîn. Vegotineke taybet heye. Çîrokên ji nav jiyanê, kîteyên cuda û balkêþ hene. Çîroka herî balkêþ jî wekî “Mirina li ser vî erdî binê vî asîmanî” dixuye.
Nîhatê Hecî Þakir kî ye?
Nîhatê Hecî Þakir di sala 1985’an de li gundê Sosnûta ya Mûþê hatiye dinê. Di sala 2012’yan de li Zanîngeha Stenbolê bþea Dîroka Hunerê qedandiye. Li zanîngehê di nav xebata Pêngavê de cih girtiye, bi naê Nûhat Deþtî li vir nivîsiye. Di sala 2017’na de li Zanîngeha Alpaslaê ya Mûþê di beþa Ziman û Çanda Kurdî de lîsansa xwe ya bilind temam kiriye. Ew niha li Mûþê dijî.
- Sal Mîna Bawîþkan Derbas Dibin / Nîhatê Hecî Þakir / Nûbihar / Çîrok / 72 rûpel / 2022