'Hîç' derket
Diyarname
Ma bi navê "Hîç" pirtûk dibe? Belkî jî bersiva vê çima nebe be. Wisa dibêje helbestvan;
"Gava ku
te got Hîç (0)
tu qala
destpêka,
destpêka,
destpêka,
destpêka,
destpêka, destpêka, destpêka,
destpêka, destpêka bûyînê,
çêbûnê, jihevguherînê,
jihevzayînê, jihevphîrbûnê dikî/
Gava ku te got Hîç (0) tu qala nîþaneyeke,
vetîreyeke pirrwate, pirrneqþ, pirrþewq dikî..."
Em qala pirtûka M. Zahîr Kayan bi navê "Hîç, Sî-Saya" dikin. "Hîç" çaremîn pirtûka Kayan e ku derketiye. Pirtûka ku ji Weþanxaneya Nûbiharê derket helbestên bi rengên cihêreng hatine nivîsîn cih digirin. Li aliyê din dîzayna pirtûkê jî cuda hatiye çêkirin û bi peyvan, bi rêzkirina helbestan di nav rûpelan de þikil çêkirine.
Di bin beþên bi navê "beþa yekem / 9", "beþa duyem / 113", "beþa sêyem / 191" û "beþa çarem / 203" de helbest hatine rêzkirin.
Helbestvan Kayan ku xwedî þêwazeke cihêreng e, di vê pirtûka xwe de jî ev cihêrengî parastiye û ketiye nava kûrahiya helbestê, xwendevan jî ber bi wir ve dikiþîne.
M. Zahîr Kayan kî ye?
Helbestvan û wênesaz M. Zahîr Kayan li Agiriyê hatiye dinê. Zanîngeha Erzeromê Beþa Turkolojiyê xwendiye. Ji destpêka salên 1990'î ve nivîsên wî di rojname û kovarên wekî Ozgur Gundem, Welat, Welatê Me, Jiyana Rewþen, Tîroj û hwd. derketine.
Ew ligel nivîsîna helbestan wêneyan jî çêdike û bi wêneyên li ser mîtolojiya kurdan re eleqedar e. Heta niha gelek wêneyên wisa ku çêkirina, dîwar xemilandine. Ev van her du xebatên xwe jî didomîne.
Pirtûkên wî yên ku derketine:
- Destanek ji bihuþta winda, 1993, Weþanên Berfîn
- Arzena, 2001, Weþanên Sî
- Þêhnameya Dînan, 2014, Weþanên Þemal