Ji Rojda straneke nû ya Newrozê
Diyarname
Heta niha gelek kesî li ser Newrozê stran çêkirine û pêþkêþ kirine. Hejmar neyê zanîn jî bi dehan stranên li ser Newrozê hene. Hinek gelek hatine ecibandin û bûne klasîk, hinek di nav demê de winda bûne. Niha yeka din li stranên Newrozê zêde bû. Strana nû ji aliyê hunermend Rojda ve hatiye çêkirin û niha klîba wê hat belavkirin.
Gotin û muzîka vê strana “Newroz”ê aîdê hunermend Rojda ye. Rojda bi dengê xwe yê ku gelek kes jê hez dikin stran pêþkêþ kiriye û klîbek jêre kiþandiye. Derhêneriya klîbê jî Nuro Aksoy kiriye.
Ji ber ku strana herî dawî ya li ser Newrozê ye û ji ber em di hefteya Newrozê de ne vê hefteyê em vê stran û klîbê derdixin pêþ, wekî Klîba Hefteyê hildibijêrin û pêþkêþ dikin.
Kerem bikin: