Ronaldo rekora golan bi forma neteweyî þikand
Diyarname
Lîstikvanê tîma neteweyî yê Portekîzê Cristiano Ronaldo di maçên ji bo Kûpaya Cîhanê de duh êvarê golek avêt û hejmara golên xwe derxist 111'an. Bi vê yekê rekora golavêjê îranî Ali Daei þikand.
Maça Portekîzê û Îralandayê ya ji bo Kûpaya Cîhanê duh êvarê hat lîstin. Portekîzê bi 2-1 Îrlan0da têk bir. Di deqîqeya 157an de Ronaldo nekarî penaltiyê veguherîne golê. Di deqîqeya 45'an de li ser navê Îrlandayê John Egan gol avêt û maç bû 1-0. Di deqîqeya 89 û 90+6'an de Ronaldo derket sehneyê û du gol avêtin. Bi vê yekê Ronaldo rekor þikand.
Heta niha lîstikvanê Îranê Ali Deai bi 109 golan xwedî rekorê bû. Deai di navbera 1993-2006'an de 149 maçan de 109 gol avêtibû û li dinyayê bi formaya neteweyî kesê herî zêde gol avêtibû bû. Ronaldo bi 2 golên din ev rekor ji dest derxist û tiþtek lê zêde kir
Li aliyê din Portekîz bû 180 caran formaya Portekîzê li xwe kir û bi vê jî rekor þikand. Heta niha lîstikvanê Spanyayê Sergio Ramos herî zêde formaya neteweyî li xwe kirilbû, Ronaldo rekor ji destê wî jî derxist.