Piþtî 94 salan yekemîn car zirar kir
Diyarname
Li dinyayê gelek kompanî ji ber vîrusê di zirarê de ne. Yek ji kompaniya mezin a Îngilistanê jî zirar eþkere kir, bi ser de dê mirovan ji kar derxe.
Yek ji kompaniya mezin a Îngilistanê Marks & Spencer (M&C) ragihandibû ku heta dawiya vê mehê dê 7 hezar kesî ji kar biqewirîne û niha jî eþkere kir ku piþtî 94 salan yekemîn car wan zirar kiriye.
Kompanî eþkere kir ku ji serê îsal heta meha rezberê wan 87.6 mîlyon sterlîn zirar kiriye. Kompaniyê par di heman serdemê de 150 mîlyon sterlîn kar kiribû.
Kompaniyê got ku bi taybetî di serdema karantînayê de sedî 15.8 karê wan kêm bûye û dûyer diyar kiriye ku miþteriyan di kirîna kinc û amûrên tesktîlê de bi paþ ve gav avêtine.