Li Spanyayê berhemê herî kevn ê Shakespeare li arþîva dibistanekî hat dîtin
Diyarname
Yek ji kopiyên lîstika herî dawî ya nivîskarê îngilîz William Shakespeare li Spanyayê di arþîva dibistaneke keþeyan de hat dîtin. Tê texmîn kirin ku li Spanyayê ev berhema herî kevn a Shakespeare ye.
Li gorî pisporan çapa yekem a lîstika "The Two Noble Kinsmen" bi sedan salan di arþîva Royal Scots College a li navçeya Salamanca de hatiye veþartin. Ji hîndekarên Zanîngeha Barselonayê Dr. John Stone ku ev pirtûk li arþîvê kifþ kiriye dibêje, "Texmîn ew e ku ev kopiya lîstike di navbera salên 1635 û 1640'î de gihîþtiye Spanyayê."
Di sedsala 17 û 18'an de li Spanyayê berhemên îngilîz zêde nîn bûn. Li ser sînor Engîzîsyona Spanyayê hemû pirtûk baþ qontrol dikirin û berhemên ji dewleta Protestan a Îngilistanê dihatin hatibûn qedexekirin.
Texmîn ew e ku wê çaxê yekî ji Îngilistanê bi qaçaxî ev berhem aniye.
Dr. Stone ji bo AFP'ê wisa gotiye: "Min çawa ev pirtûk dît min fêm kir ku ev berhema Shakespeare ya herî kevn a li Spanyayê ye."
Kes nizane ev pirtûk çawa hatiye ketiye nava arþîva Royal Scots College.
Ji Euronewsê hatiye girtin