Bilêtên Kombîne yên Amed Sporê li benda we ne
Diyarname
Amed Spor ku di Lîga 2'yemîn a Tirkiyeyî de dilîzî ji bo serdema 2020-2021'ê bilêtên kombîne amade kirin. Bilêtên VIP bi 1000 TL, aliyê rojavayê stadê 500 TL, aliyê rojhilat jî bi 250 TL'yî têne firotin.
Li Tirkiyeyê ji ber vîrusa koronayê niha maç bê temaþevanan têne lîstin. Nîqaþ ew e ku serê meha pêþiya me bi awayekî ligel temaþevanan maç bêne lîstin. Ev yek ji bo Amed Sporê jî derbas dibe. Lê klûba Amed Sporê ji ber zordariyên li ser wê ji aliyê aborî ve jî di nav zehmetiyan de ye. Rêveberiya klûbê hem ji bo dema destûr ji bo temaþevanan bê dayîn, hem jî ji bo alîkariya klûbê bilêtên kombîne amade kirin.
Klûb dibêje yên bixwazin bikirin û alîkariyê bikin dikarin ji ser e-store re bilêtên kombine bikirin.