Nirxandina li ser 'Lênûska Leyla'
Koma wêjeyê ya Online vê hefteyê (5'ê mehê) romana Menaf Osman ya bi sernav "Lênûska Leyla" nirxand. Tevna romanê rêwîtiyeke jina kurd a ji zanîngeheke paytexta Tirkiyeyê ber bi çiyayên Kurdistanê ve diçe vedibêje û li zindaneke Tirkiyeyê bi cangorî dawî dibe. Her çendê hem lehenga romanê û hem jî nivîskar endamên rêxistineke bin jî lê beþdarên komê fikr û nêrînên xwe di çarçoveya edebiyatê de kirin.
Civînê bi pêþkeþvaniya Ednan Dogan dest pê kir û piþtî xêrhatin û axaftina destpêkê, Ahmet Kanî mafê axaftinê girt û þêwra koma wêjeyê dest pê kir.
Ahmet Kanî ewilê bal kiþand ser qertafên tewangê û her wiha çewtiyên zayendî yên di romanê de hatibûn nivîsandin. Kanî kitêb wekî berhemeke alîgir an jî birdozî pênase kir û got, berhema aîdê herêmeke an jî birdozîyekê be wê çaxê çarçova edebiyatê teng dibe, ji ber vê yekê divê nivîskarên me çarçoveya edebiyata xwe teng nekin. Kanî got, kitêb hinekî pesindayîna xwekuþtinan jî dike û ev raman jî wekî çewtiyeke edebî destnîþan kir. Kanî ev lê zêde kir "Her çendî kêmasî di honandinê de hebin jî lê beþên dîrokî bi awayekî edebî û serkeftî hatibûn vegotin."
Ahmet Anaç jî di axaftina xwe de ligel fikrên Kanî, wî jî kêmasiyên redaksiyon û bi karanîna zimên rexne kir û wiha dom kir: "Bikaranîna peyvên herêmî pir baþ bûn bo me û em hînê peyvên nû bûn. Her wiha nîvaskar di hilbijartina mijar û kesan û bûyeran de azad e, kî çi dixwaze dikare binivîse lê belê tiþta bê nivîsîn divê bi honandina xwe heyecan û mereqê bi mirovan re çêbike, lê mixabin ji ber ku em vê çîrokê dizanin bi me re ew heyecan û mereq çênebû."
Anaç beþa binçavkirina lehengê beþa herî serkeftî destnîþan kir û got, "Lê xwezî dîrok û teybetmendiya wan cih û erdnîgariyê bêhtir bihatana vegotin."
Dûre Kamran Simo Hedilî mafê axaftinê girt û bi rewþa nivîskar û serpêhatiya lehengê dest bi nirxandina xwe kir. Hedilî di axaftina xwe de vebijêriya romanê rexne kir û got, "Ev berhem ne bi çavê sêyemîn lê ji devê cînavka kesê yekêmîn bihata vegotin dê baþtir bûya." Hedilî beþa danasîna mizgefta emewiyan beþeke serkeftî diyar kir û got cihên dîrokî baþ hatibûn nasandin.
Di dawîya axaftina xwe de Hedilî got, mijarên ji rêzê pirsên bê bersiv hebûn û ev jî divê hinekî eþkere bihatina nivîsîn.
Moderator Ednan Dogan jî di pêþkeþvaniyê de nêrînên xwe wiha anî ziman, "Ji lênûskê zêdetir kesekî lênûskê vedibêje, di her bûyer û qewîmê de keskek qala Leylayê dike, divê bêjer Leyla bi xwe bûya û me ji devê wê lênûska wê bixwenda.
Ezîz Aksu jî kêmasiyên þayesandin û honandina kitêbê anî ziman û kitêba ji bîst û þeþ beþan pêk tê beþa nozdehan beþa herî serkeftî desnîþan kir û got, di vê beþê de ziman û vegotineke edebî hatibû bikaranîn.
Piþt re jî Rojan Þerîfê mafê axaftinê wergirt û got; Divê nivîs û berhemên kurdî êþ û azarên kurdî, rewþ û halê kurdan bînin ziman. Ji ber ku vê kitêbê jî rastiya neteweya kurdan ji xwe re kiriye mijar ez kêfxweþ bûm.
Di encamê de em dikarin bêjin di þêwrê de di hin mijaran de fikrên cuda û di hin mijaran de jî fikrên hevpar derketin holê. Ji gelek hêlan ve kitêb hat nirxandin û hem rexneyên erênî hem jî rexneyên neyînî hatin kirin. Dawiyê em jî li ser navê koma wêjeyê malavayiya nivîskarî dikin û serkeftinê jê re dixwazin. Û her wiha bo hemû girtî û rewþenbîrên kurd pêþerojek azad û jiyanek bextar hêvî dikin.
Li ser navê KOMA WÊJEYÊ YA ONLINE Emîn Aksu
***
Têbiniya Diyarnameyê: Heta niha ji hin Komên Wêjeyê daxwaz hatibû ku nirxandinên xwe ligel me parve bikin. Em her di erê-nayê de mabûn.
Vê carê Koma Wêjeyê ya Online ev daxwaz kir. Me qebûl kir. Ji niha û pêde nirxandinên komên wêjeyê yên din çi bên emê biweþînin. Me beþek bi navê "Komên Wêjeyê" vekir û ev nirxandinên wan dê bêne weþandin û di wir de kom bibin.
Û me dest neda vê nivîsê; nivîsên bê jî emê dest nedin û bi awayê wan þandiye biweþînin.