Di astek bilind de dikan-mexaze-restorant têne girtin
Diyarname
Bi serdema pandemî re li Tirkiyeyê di warê miþterî û firotina tiþtan de asta herî xirab serdest e û ji ber vê yekê gelek dikan têne û markayên kilît li deriyên xwe didin.
Li ser vê yekê Yener Karadenîz di rojnameya Dunya de nûçeyeke amade kiriye. Di nûçeyê de daneyên TESK'ê (Konfederasyona Esnaf û Senetkaran a Tirkiyeyê) hatine weþandin û tê gotin ku tenê di meha pûþperê/hezîranê de 7 hezar û 222 esnafan kilît li deriyê xwe dane.
Vane ji nûçeyê hin agahiyên balkêþ:
- Di 15 rojên vê mehê de li gor heman mehê a par, li ser înternetê îlanên dikanên firotinê sedî 51 zêde bûye.
- Ev rêjeya zêdebûna îlanên firotina dikanan di meha borî de sedî 77 bû.
- Di vekirina dikanan de hêdîbûn xwe nîþan dide.
- Dikanên di AVM'yan de di nav serdemeke zehmet re derbas dibin û ligel rêveberiyên AVM'yan ketine nava bazara daxistina kirêya dikanan.
- Nûnerên kargehan diyar dikin ku tevdîr neyên girtin dê girtina dikanan dakeve astek bilindtir.
- Li gor TESK'ê mîlyonek û 906 hezar esnaf û 2 mîlyon û 58 hezar kargeh di 3 hezar û 4 odeyên esnafan de qeydkirî ne. Di 6 mehên îsal de hejmara kargehên hatine girtin 35 hezar û 965 e. Tenê di meha pûþperê de 7 hezar û 222 kargeh hatine girtin. Di 5 salên dawî de ji bo vê mehê ev reqema herî bilind e.
- Piraniya kargehan pirsgirêka wan a sereke kirêya cihê wan e.
Mexaze têne girtin
Endamên Komeleya Markeyên Yekbûyî (BMD-Birleþmiþ Markalar Dernegi) jî di nav rewþek giran de ne. Di meha gulanê de sedî 71.7'ê wan gotiye piþtî vekirinê ew difikirin mexazeyên xwe bigirin. Serokê BMD'ê Sinan Oncel gotiye di meha gulanê de rewþa xirab dest pê kir, pûþperê de dom kir û ger di meha tîrmehê kirê neyên daþistin dê gelek cih bêne girtin. Oncel dibeje girtina mexazeyên li AVM'yan zêde bibin dê vegera wan jî ehmet be.
Serokê TESK'ê banga planek dike
- Serokê TESK'ê Bendevi Palandoken gotiye piþtî pandemî cih vala mane, esnafan kar nekiriye û encamên vê yên aboriyê niha xwe nîþan dane. Palandoken gotiye ku pêdivî bi çêkinina paketa alîkariyê ya ji bo esnafan heye û wisa gotiye, "Di welatên pêþketî de ji esnafan 5 salan bac nayê girtin. Rewþa me ew qas ne pêþketî ye lê dîsa jî 3 salan bac neyê girtin, piþtgiriya ji bo stopajê bê dayîn dê rewþ hinek baþ bibe."
Palandoken li ser karkeran jî wisa gotiye, "Di saziyên kamûyê (saziyên bi dewletê ve girêdayî) kar nîn e, gelek ciwan li mala xwe betal rûdinin. Saziyên taybet jî naxwazin mirovan bigirin kar. Ger dewlet piþtgirî nede û rewþ wisa bidome dê daneya girtina kargehan sedî 20 zêdetir bibe."
Cihên xwarinê sedî 30 dê bêne girtin
Serokê TURES'ê (Komeleya Hemû Restorant û Tûrîzmkaran) Ramazan Bingol gotiye ku piþtî pandemiyê cihên xwarin û vexwarinê nû nû tên ser mehdê xwe û wisa dibêje, "Zehmetiya mezin niha dest pê dike. Li AVM'yan asta girtina dikanan dê dor sedî 30-40'î be. Ji niha de xebera girtina cihan tê me. Cihên ku karên wan bi ser tûrîstan re ye dê zêdetir girtin çêbibin.