Cemil Oguz: Bila deh Diyarname qurbana zimên bin
Hevpeyvîn Ferîd Demîrel*
Malpera Diyarname îsal 15 saliya xwe pîroz dike. Yek ji wan malperan e ku xwerû bi kurdî weþanê dike. Nûçeyan û nivîsan bi kurdî dinivîsîne. Bi qasî mijarên siyasî, civakî, mijarên çandî, û hunerî û her weha magazin û sporê jî diþopîne diyarname û wan bi kurdî diweþîne.
Him ji bo 15ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî ango Cejna Zimanê Kurdî him jî ji bo 15 saliya diyarnameyê em bi rojnameger Cemîl Ogûz, xwedî û edîtorê diyarnameyê re axivîn.
Diyarname 15 saliya xwe pîroz dike. Ji xwe li Tirkiyeyê kêm malper hene ku bi kurdî nûçeyan diweþînin. Diyarnameyê berî 15 salan di nava çi þert û mercan de dest bi weþanê kir?
Diyarname yek ji malperên pêþîn ê kurdan e. Bi qasî dizanim li Ewropayê bi navê “Mehname”yê serdema malpervaniya kurdî dest pê kiriye. Û paþê yên din hatin. “Rojev” hebû, ew jî li Ewropayê hatibû sazkirin lê hevalên me li vir nûçe lê bar dikirin. Em dikarin vê bibêjin, Diyarname yekemîn malpera kurdan e ku ji her alî ve li Tirkiyeyê hatiye avakirin, bi rê ve birin. Ji ber ku berî Diyarnameyê yên heyî dîzayna wan jî hemû li Ewropa bûn, kirêkirina hostin û domainê jî. Lê her tiþtê Diyarnameyê me li vir saz kir.
Du sedem hebûn: Ez yek ji edîtorên Azadiya Welat bûm, navenda wê birin Amedê lê ez neçûm û veqetiyam; ya duyem jî qadek nû bû, ji bo kurdî û dinya ber bi wir ve diçû, min Diyarname ava kir. Dawiya 2004an de me dest bi amadehî kir, roja 21.04.2005an jî dest pê kir.
Niha hûn rojê çend nûçe yan jî nivîsan diweþînin? Gelo rojê çend kes nûçeyên Diyarnameyê dixwînin?
A rast çend nûçe bo min ne girîng e. Ez bi deh tiliyan dinivîsim û bilez difikirim. Ez dikarim rûnim 20 nûçeyan jî wergerînim û biweþînim. Lê derd ne ew e. Yek, em heta dikin nûçeyên xwe, yên ku me bi xwe þopandine/amade kirine biweþînin. Ya diduyan li ser navê xwendevanan em vê pirsê dikin, “Tu vê nûçeyê çima didî min?” Û em dixwazin xwendevan ji hemû çapemeniya me vê pirsê bikin. Em dikevin dû van xalan jî: Ev nûçe çiqas girîng e, çiqas balkêþ e û ev nûçe me ber bi ku ve dibe? Li gor van pirsan em þikil didin nûçeyan û diweþînin. Loma di rojekê de dikare 5 nûçe be jî, dikare zêdetir be jî. Ji bo hejmara ketina Diyarname bi rehetî em dikarin bibêjin bi hezaran e. Yên tenê li sernavan dinêrin û derbas dibin jî hene, yên nûçeyê ditikînin jî. Wekî tiþtek berbiçav, roja ku nûçe hat weþandin di 24 saetan de ger sed kesî kêmtir ew nûçe xwendibe ez xemgîn dibim (ev belkî ji hezarî 3-5 heb in). Bi ya min ji çend kesan xwendiye wêdetir çiqas bi bandor e, ew muhîm e.
Tu bi xwe li ser medyaya civakî jî aktîf e. Têkiliya te û þopînerên diyarnameyê çawa ye?
Ez ji te re tiþtek bêjim, ez faceyê ji bo tiþtên “çerez” bikar tînim, lê Twittirê ji bo tiþtên muhîm. Ez her tiþtek diweþînim bi fikir diweþînim. Ez carinan wêneyên keçikên bedew jî diweþînim, notên xwe yên kirmanckî jî. Axir têkiliya min a bi medyaya civakî re baþ e. Ez qala Twittera xwe ya þexsî dikim. Ji bo ya Diyarnameyê tu bipirsî mijarek din e, ew hê cidî ye. Jixwe þopînerên Twittera Diyarnameyê du qat zêdetir ji min zêdetir in. Ji ber DM’ya Diyarnameyê vekiriye têkiliyek baþ heye. Gelek kes ji wir tiþtan dipirsin, em bersivê didin, kes hay jê nîn e jî.
Wekî þexs divê ez bêjim: Ger mimkûn be em hemû hê zêdetir ji bo tiþtên bi qîmet tora civakî bikar bînin. Ha ev jî heye, em her kesê di ser hesabên xwe re tiþtinan belav dikin em ne nivîskar in, ne rewþenbîr in. Wisa bûye yê ku du tiþtan belav dike jî dibêje qey bûye rewþenbîrê herî mezin. Tiþtek wisa nîn e, hinek din mutewazî bin. Axir her kes û bi a xwe ye.
Tiþtek din jî heye bi destûra te bêjim: Bila kurd ne xwedî li Facebook, Twitter û Instagramê derkevin, bila xwedî li saziyên xwe (rojname, kovar, tv, radyo, malper û hwd) derên. Tora civakî pere bi xelkê dide qezenc kirin, lê saziyên me her ên me ne. Bila tora civakî bikar bînin lê wan jî ji bo saziyên xwe, berjewendiyên gelê xwe bikar bînin. Mînak ê me biryar e: Em nahêlin kes hemû nûçeya me di Facebook yan ên din de biweþîne. Ji ber ku dema wisa be venagere malperê. Em tenê sernavê didin û lînkê didin ku ji bo xwendinê vegere malperê.
Dîsa tu dinêrî yekî/ê nivîsek xweþ nivîsandiye û li Facebookê belav kiriye. Yek, ew nivîs çima ne di malper/rojname/kovarê de ye? Didu, di tora civakî de ew nivîs rojek dimîne û kes êdî lê venagere. Lê di weþanek de biweþîne ew dibe arþîv. Wekî dubare çawa tora civakî ji ser me re pere kar dike, em jî wê ji bo xwe bikar bînin, ne ku wê xurtir bikin.
Ji bo nivîs an jî nûçeyek di Diyarnameyê de were weþandin divê nivîs an jî nûçeyek çawa be?
Serê pêþî nivîsên ku þex/sazî/rêxistin/partiyên kurdan xirab nîþan didin em naweþînin, em naxwazin neyartî di navbera kurdan de hebe. Ya diduyan em di nûçe û nivîsan de li astekê digerin. Di nûçeyan de wekî me got pirsa “Tu vê nûçeyê çima didî min?” dipirsin û li xalên din ku li jor me gotin dinêrin. Ji bilî siyasetê em her cure nûçeyê diweþînin, zêdetir jî yên ku bi awayekî tesîr li civakê dikin, lê belkî civak hay jê nîn e. Mînak 12yê Gulanê Roja Hemþîreyan a Dinyayê bû, li ser hemþîreyan nûçeyeke me ya xweþ hebû ji ber ku hemþîre di nav jiyana her kesî/ê de rolek wan heye. Mînakek din. Wê rojê me nûçeya lîstikvan Judi Dench ku bûbû berga kovara Vogue kir manþet. Ji ber ku xanimê 60 salên xwe dane lîstikvanî, 85 salî ye û hê jî dilîze. Me bi pirsa “Jinên kurd di 85 salî de di çi rewþî de ne?” derxist pêþ û vê yekê di tora civakî de bal jî kiþand.
Dema dezgehên kurdan ên ku çavkaniya nûçeyan in hema hema hemû jî bi tirkî daxuyaniyan didin. Piþtî ku daxuyaniyên wan bi tirkî tên weþandin, kesên rojnamegeriya bi kurdî dikin, wan daxuyaniyan werdigerînin. Ev bandoreke çawa li rojnamegeriya kurdî dike?
Du alî hene: Yek jê, bi ya min saziyên kurdan divê hîn bibin ku daxuyaniyên xwe bi kurdî bidin ji ber ku ev zimanê wan e. Xêra xwe bila vê pirsê ji xwe bikin: Di vê serdema pandemî de saziya Robert Koch Institute a alman bi zimanê almanî daxuyanî dide yan bi zimanê erebî? Ger bi almanî dide wê çaxê tu çima bi tirkî daxuyaniyê didî?
Ya diduyan divê nûçegîhanên kurd baþ hînê zimanê xwe bibin ku bikaribin wê agahiyê baþ wergerînin û nûçeyeke xweþ jê derxin. Ew agahî dibe ne ji saziyeke kurdî, em bibêjin saziyeke îngilîz hatiye, ger xweþ werger nehatibe kirin, li kurdî neanîbin dê tu tiþtek jê neyê fêmkirin.
Bi ya min di rêza yekemîn de diyar dibe ew nûçe çiqas serketî ye, çiqas balkêþ e û dê bikaribe xwendevan bi xwe re biherikîne yan na. Ger rêza pêþî nexweþ be, bawer bike ji wir wêdetir nûçeya te nayê xwendin. Loma honandina wê gelek girîng e.
Tiþtek din jî li ser saziyên kurdan bêjim; Gilî dikin hûn çima nûçeyên me çênakin? Zêdetir jî nivîskar. Em dibêjin bira wele pirtûka te negihîþtiye ber destên me, weþanxaneyê xwe newestandiye neþandiye, ka em çawa çêbikin? Dîsa em nikarin wan îqna bikin. Helbet îstîsna hene. Em heqê hin nivîskaran nexwin, hinek nivîskarên hay ji meseleyê hene ew bi xwe pirtûka xwe diþînin. Ez tiþtek ji te re bêjim, saziyên biyanî ji yên kurdan zêdetir mailan ji min re diþînin… Mesela hema hema ji hemû festîvalan daxuyanî ji min re tên, min vedixwînin, her wisa ji bo temaþekirina fîlman nasname didin min. Ez nizanim yên kurdan çawa binirxînim. Belkî a baþ ez nenirxînim.
Di van salên dawiyê de bi taybet jî li ser medyaya civakî, nîqaþên derbarê zimanî de bêhtir bûne. Gelek caran em dibînin ku dibêjin “rewþ bi vî awayî be, piþtî demekê kesên bi kurdî diaxivin wê nemînin.” Heke tu hejmara kesên nûçeyên Diyarnameyê dixwînin û vê nîqaþa li ser zimanî bidî ber hev, tuyê çi bibêjî?
Ez bi vî çavî li meseleyê dinêrim; zimanekî statuyek (ev statu çi dibe bila bibe ew meseleyek din e) wê hebe, deh kes jî bikaribin bixwînin û binivîsin ew ziman dê ji nû ve jîndar bibe, ew namire. Lê zimanên bê statu xwedî talûkeya têkçûnê ne. Li dinyayê mînakên ku zimanê xwe ji ber sekeratê rakirine û anîne asta îro hene. Ger statu nebe bi xebatên kes û saziyên wekî me hinek dê temen dirêj be, ew qas.
Ji bilî vê ez wisa li meseleyê dinêrim: Divê em bi zimanê xwe hîs bikin, dema bi vî zimanî em tiþtek bixwînin, guhdarî bikin, temaþe bikin divê jê zewqê bigirin. Yan na çênabe. Wekî Diyarname jî em heta dikarin nûçeyên “xweþik” (ji aliyê naverok, ziman, honandin û hwd) didin xwendevanên xwe ku ji vî zimanî hez bikin, hîs bikin û jê hez bikin.
Wekî xwedî û edîtorê Diyarnameyê nivîs û nûçeyên derbarê ziman ên di van 15 salan de malperê weþandiye bîne ber çavê xwe û ka ji me re bibêje, di warê naverok û mijaran de çi nîqaþ li ser zimên hatine kirin û çi guhertin pêk hatine?
Dîroka Diyarnameyê wekî hin weþanên kurdan wekî rojnameyên Welatan, kovarên Rewþenan, Nûbihar û yên din xwedî dîrokek muhîm e. Di vê serdemê de me gelek nîqaþ dan dest pê kirin. Mînak me nîqaþa “duzimanî” da dest pê kirin ku tu jî dizanî li 5 welatan kurd mecbûrê duzimaniyê ne. Vê nîqaþê gelek nav da, me ew nîqaþ kir pirtûk jî. Ma nîqaþa ‘kîjan alfabe’yê çêkir, nîqaþa “ez 7 salî bûm”, çi zanim gelek nîqaþên wisa.
Em her serê salê nûçeyên salê, pêre jî lîsteya hemû pirtûkên bi kurdî hatine weþandin amade dikin. Tu jî dizanî yê xelkê bi piþtgiriya dewletê ev yek têne kirin. Bi taybetî xelk li benda vê lîsteyê ye.
Heta îro me bi ser 50 hezar hebî de nûçe weþandine ku 50 hezar nûçe ji bo îngilîzî ne tiþtek e lê ji bo kurdî reqemeke gelek mezin e. Ji bilî van, dîsa nêzî 10 hezar hebî jî nivîskarên me nivîsên xwe yên quncik nivîsandine û me weþandine. Vê yekê helbet bandor li gelek kesî kiriye û gelek kesên bi me dest bi nivîsê kirine niha pirtûkên wan hene.
Ev jî heye, derketiye holê ku tiþtê ku di Diyarnameyê de hatiye nivîsîn rast e. Me ew bawerî daye xwendevanan. Em li “Waye hinan ev nûçe weþandiye, em dereng man” nanêrin. Dibe ku ew nûçe derew be. Çi dibe bila bibe em serê pêþî lêdikolin. Tiþtek din, em her 1ê Avrêlê Roja Henekê ya Dinyayê nûçeyek diweþînin. Mesela îsal me nûçeyek wekî “Hikumeta Baþûr biryar da derbasî alfabeya latînî bibe” çêkir. Me nûçe avêt ser Twittirê di rojek de ji 100 hezar kesî zêdetir ew twit dît, bi ser 20 hezar kesî re mirovan ew ya RT kir, ya eciband, yan þirove kir. Di dîroka Twitirê de heta niha nûçeyeke bi kurdî ji aliyê ew qas kesî ve nehatiye dîtin û nirxandin. Vê nûçeyê tiþtek din jî derxist holê: Bi vê re sosyolojiya kurdên ku Twitterê yan jî tora civakî bikar tînin jî derxst holê: Derket holê ku sedî nêzî 90ê bikarhênerên Twitterê li Twitterê dinêrin bêyî vegerin naverokê bixwînin tiþtan li ser dinivîsin. Ev yek bi taybetî di nûçeyên li ser siyasetê em dibînin dibin sedemên tiþtên nerast.
Li gorî van nirxandinan heke zimên piþtî demekê têk biçe wê aqûbeta Diyarnameyê çi be?
Yek, bila deh Diyarname qurbana zimên bin, ya diduyan bila deh Diyarname hebin ku ziman têk neçe. Deh malperên wekî me hebin jî em hesûdî nakin, em dixwazin hebin lê ev heye, em çima bi hev re nexebitin û wekî “çepên tirkan” her parçe bibin? Em li dor saziyên bi rastî dixebitin bên ba hev, ne li dor ên ji bo navê xwe, ji bo pesrê xwe û pereyên xwe kar dikin. Wê çaxê belkî ziman têk neçe.
Ji bo 20 saliya Diyarnameyê çi pêþbîniyên te hene?
Di 10 saliya Diyarname de me pirtûkek ji bo 10 salî amade kir ji nivîsên nivîskarên xwe û belav kir. Me li Amedê û Îzmîrê du panel çêkirin, hedef ew bû li çend bajarên din jî em çêbikin lê payîzê pevçûnan dest pê kir û ma. Îsal me xwest ji bo 15 salî tiþtinan çêbikin serdema pandemiyê dest pê kir. Di 20 saliyê de dê çi bibe ez nizanim lê du tiþtan bêjim:
Ez hêvî dikim dema ew roj hat dê Diyarname bikaribe tiþtên xweþtir bike. Ya diduyan ez hêvî dikim dê zimanê me astek din bilindtir bûbe û zêdetir xwedî lê derketin çêbûbe.
**
Derbarê Cemil Oguzî de
Di sala 1975an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê jidayik bûye. Di navbera salên 1998-2003yan de di Azadiya Welatê karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weþanê kiriye. Heta niha di amadekirina bernameyên televîzyonê de xebitiye, derhêneriya dublaja bi kurdî kiriye. Demekê kordînatoriya weþanê ya kovara Tîroj û kovara Dîwar kiriye. Ji sala 2005an ve edîtoriya malpera "diyarname.com"ê dike û niha hem di Diyarnameyê de hem jî di rojnameya Xwebûnê de qunciknivîskariyê dike.
Pirtûkên wî:
- Rojnamegerî û Pîvanên Sereke, Weþanên Perî, 2002
- Qurtek Evîn (Çîrok), Weþanên Perî, 2005)
- Duzimanî (Gotarên li ser duzimaniyê, ligel Dawud Rêbiwar amade kir), Weþanên Hîvda, 2008
- Sako, Gogol (Werger Cemil Oguz), Weþanên Hîvda, 2008
- Dengê Doyê (Do Sesi), Ferit Edgu (Weger: Cemil Oguz), Weþanên Evrensel, 2011
Belgefîlmên wî:
- REWÞEN, 44 dq, 2011
- MAZGAL, 49 dq. 2013
*Ev hevpeyvîn roja 15'ê gulana 2020'an di Bîanetkurdî de hatiye weþandin. Me ji wir girt.