Egîdê Cimo: Hinek bi rihê xwe dikevin nav hunerê û hinek jî bi lingê xwe
Hevpeyvîn Çetoyê Zêdo*
Egîdê Cimo, di sala 1930yan de li Ermenîstanê gundê Erdeþîrê hatiye dinyê. Bi destpêkirina weþana Radyoya Êrîvanê (1955an) weke sazbend dest bi xebatê dike û ji 1960î ve her ku diçe dengê bilûra wî li tevahiya Kurdistanê belav dibe û bi nasnavê “Mîrê Bilûrê” heta îro deng vedide. Li ber dengê mey, fîq û bilûra Egîdê Cimo, gelek stran û kilamên Kurdî tê gotin û dikeve nav kelepora muzîka Kurdî. 37 salan bê navber li Radyoya Erîvanê hunera xwe pêk tîne. Di sala 1967an de li Ermenîstanê dibistana Muzîkê Romanos Melikiyan de 5 sala perwerdehiya xwe diqedîne. Li gorî temenê xwe yî 85 saliya xwe, hê jî hunerê bi ruhê xwe pêk tîne.
Gotina Apê Egîdê Cimo ye, dibêje “Hinek bi ruhê xwe dikevin nav hunerê û hinek jî bi lingê xwe...”
Hûn kengî çûn Radyoya Erîvanê?
Egîdê Cimo: 1955an Radiyo ya Erîvanê vebû. Dema ez çûm Radyoyê bûm, zêde kes tunebû. Hunermendên kurd li radyoyê kom dibûn. Piþt re min di dereceya kompozîtoryê de dengê wan qeyd dikir. Casimê Celîl, Nûrê nikaribû kurdî rind xeber bidana. Ordîxan rind bû, vê paþê yek cûrê hunerê da xebitîm. 1960 nîv meaþ dana min, ez xebitîm. Min li dibistana muzikê Romanûs Milikiyan de, beþa “Gaboy” 5 sala da xwend. Ji bo ku dixebitim, êvarî diçûm dibistanê. Ensturmana “Gaboy”, di senfoniya de tê lêxistin. Piþtî karê radyoyê diçûm dawetan, ez mecbûrbûm.
Navdengiya Egîdê Cimo kengî belav bû?
Egîdê Cimo: Sala 1960î þûnde hatim nas kirin. Dema min ditîtin digotin “Ma tu ew î? Me digot tu di wan deriyan de hilnayê!” Zêr jî biçûk e, tu qîmetê wî bêje…
Apê Egîd, hûn hunar û muzîka Kurdî çawa dibînin?
Egîdê Cimo: Huner çeka herî zor e. Bi hunerê cimaet tê naskirin. Heke hunerê te hebe dunya te nas dike tu kiyê… Wê demê dunya dizane tu kê miletê? Heke tiyatra, opera, senfoniya te hebe, dewleta heye, ku hunera me hebe hemû dunya marîfeta me nas dike. Huner bahr e, me ji wê bahrê niqutek hilnedaye. Heke mecalê hunerê tune be, wê çawa pêþ bikeve? Divê mecalê hunerê divê hebe ku were kifþ kirin.
Hûn bi gelek hunermandan xebitîn, hûn di “Wodka Lîmon” de jî hebûn. Hûn bi þanogeran re jî nexebitîn?
Egîdê Cimo: Par min li Amedê çaxê min dît ku tiyatroya “Mem û Zîn” da bi çend dengan distrên, min go ev opera ye. Ev hunara me divê usa be. Nava huner da daxwazî heye, divê em xwe bigîhînin hunara dunyayê… Arsen Poladov hîmê pantomîma Ermeniya danî, wan nizanîbû ev huner çawa dibe, wî ev huner li Ermenîstanê pêk anî. Dema em li Moskow bûn, tiyatroya “Ahmedê Xanî Nû Tê Jiyanê” Arsen Poladov hazir kir. Sala 1996an bû. Min go ez nikkarim, lê Arsen min xiste nav tiyatroye. Em çar kes korbûn, min jî rola korekî dilîst. Em çar kor em derdikevin, em dihatin Cizîrê. Ahmedê Xanî jî bo ku biçî Cizîrê ji me dipirsî “Hûn diçin ku?” Arsen Poladov kir ku ez di þanoyê de bilîzim. Li Tiblîsê cara ewil min þano dît. 16-17 salî bûm, dema min “Mem û Zîn” temaþe kir. Ew lîstikvanê ku Beko ewqas rind dilîst min kevir avêtê.
Cara ewil hûn kengî çûn Kurdistanê?
Egîdê Cimo: Kêfxweþiya min ew bû, 2003yan em teglîfê festîvala amedê bûn, çaxa ez peya bûm; dema min erd paç kir, êdî temamê Kurdistanê çûm. Ji bo me xewn bû, cimaetê jî li wir gelek qîmet da me, em bernedan. Digotin “Mam Egîd çend sal e, tu pif dikî?” Min jî wan ra digot, va þêþt sal e…
Deqên li ser destê we çi ne?
Egîdê Cimo: Ev, kurê Selxanilê Beko, sazbend bû, go were þiklê qîzeqê li ser destê te lêkim. Ewî tûþ lê rind nekiriye, destê min heram kiriye.
Ji berê heta niha kîjan miqam wenda bûn?
Egîdê Cimo: Tiþtê berê sedî pêncî nemane. Dereceya berê rabû, niha ew miqam kêm bûne. Miqamê lepa giran “Þaror, Sekme, Zûlo, Þahgulê Nêrî”. Miqamê lapê sivik “Yar Xuþtî, Laçî, Koçerî, Sêpê, Hoy Narê” me heye, dikarim ji berê de xweþtir lêxim. Ev timam di radyoyê de hene, lê îro nemane…
Ermen hunera te çawa dibînin?
Egîdê Cimo: Serî da bêjim “Dilê Yeman, Yar Xuþtî” ya me ye. Ciwan Gasparyan û Komîtas kilamên dema top kirine, gelek stran birine ser navê Ermeniyan. Ez li nav wan(Ermenî) pir derketime, ez li vira kêm derketime. Bêtir Radyoyê û nav cimaeta me da hebûm.
Hêviya we çiye?
Egîdê Cimo: Tevî yekitî û tifaq di nav çar perçe Kurdan de çê bibe bes e. Hêvî dikim ku em ber bi wê derêcê diçin.
* Têbiniya Diyarnameyê: Egîdê Cimo roja 31.01.2019'an wefat kir. Ji ber wefata wî me got yek ji hevpeyvînên ku pêre hatiye kirin em biweþînin. Em vê hevpeyvînê diweþînin. Me ev ji ji bloga Çetoyê Zêdo girt.
***
Nûçeya Eleqedar:
- Egidê Cimo wefat kir