Ji bo guhdarîkirinê:
em ji xwe re dijîn. em hemû li dû bayê xwe ne. “huner”, “edebiyat”, “spor” di vê jiyana ‘jixwere’ û ‘bixwere’ de tenê valahiya navbirka “risteya heyatê” ne.
gava tayê benê me li deverekê dibizde tavilê em xwe didin ser “tayekî” din û hewl didin “wê valahiya navbirka risteyan peydabûyî” tijî bikin.
ev geh spor e, geh huner e, geh hobiyeke din e. lê zû bi zû ev ta ji “hobiyê” hinekî ji “betaliyê”, hinekî ji “stresê” hinekî jî “hema wisa” pêdetir naçe.
wekî din me hemûyan jî, koda me ya heyatê devîdev kîp e, tijî ye û bi ser lêvan de daye der.
nava mejiyê me hingî himbiz û qerebalix e tu derziyekê biavêjiyê dê cî ji xwe re nebîne.
em, bi zimanekî dinivîsin, bazara wî tune. di kerika guhê me de belkî xebrûşkek e ji zemanê zemanan ji me re maye, belkî jî ‘fantazîyek’ e ku em hewl didin pê “wê valahiya navbirka risteyan” pê dagirin.
jiyana me, li bajaran e em gundan dinivîsin. na. em wê jî bi duristayî nikarin îcra bikin, ew gundên di kitêbên me de li ser tu pinîka erdê peyda nabin.
em bi tirkî dijîn, bi kurdî hewl didin hunera xwe tetbîq bikin.
lewra xav e, sar e, bêtehm e… emelê me ‘palê pûşî’ ye.
ev rewşeke welê ye ku gelek caran ser devê me hemûyan bûye benîşt û hingî me cûtiye êdî hewşiye bûye kawêşe. em dev ji vê retorîkê berdin bo me çêtir e.
rastî…
tiştine li nav jiyana me bûne û va heyat dewam e, lewra wa tiştina dê bibin jî. ev esehiya jiyanê ye. ne em dikarin xwe li ber bigirin ne jî em dikarin xwe jê xilas bikin.
madem em bi zimanekî dinivîsin em aydê wê dinyayê ne.
di wê dinyayê de her roj, heyat wekî çemekî boş diherike.
herikîn, navê din ê guherînê ye. ger li dereke bizav û herk hebe li wir çerx digere û bi xwe re her kêlî jiyanê domîne dike.
her roj di etlesa vî zimanî de zarokên nû tên dinyayê û li aliyekî din kesine ji nav me bar dikin û siya xwe li dû xwe dihêlin. û em xweziyên xwe di valahiya şûna wê siyê de bi cih dikin.
hê jî dilê me di paxila me de bi kurmancî ‘xeber’ dide.
hê jî ah û woxên me bi bayê awaza dengbêjî bi ser dilê me yê tezî de ‘dilorîne.’
hê jî di xebrûşkên xwe de em diçin pişt çiyayê qafê û di valahiyên nav risteyên heyatê de wekî çirayekî kêmserbûyî ronahiyeke tenik didin hişê xwe.
ez darek qurma wê gwîz guliyên spîndar in, tê zanîn heçî spîndar e ne siya wê tu xêr dide ne jî tu ber û berhemê wê heye.
em “herfek hûr” in, dengekî fetisî, di qirikê re.
her roja paştir, tengtir dibe ew valahiya navbirkê. neqeb ber bi hev ve dikişe wekî qumaşekî doxînlastîk… diqurmiçe.
em kelemperek di serdema AI de, di wê împaratoryaya bêsînor de dê xwe bi çi ve bigirin?
berê pejanên me hebûn di nav baweriyê me de, di nav dab û nerîtên me de dibûn mertal li ber sînga me û nedihişt em ber bayên sor hey û hey biçin.
êdî valahiyên navbirka heyatê, tenê wekî xemrevînek nostaljîk ji me re mane.
nebeq dûz e êdî…
xasma jiyan her timî zindî ye, her roj, her kêlî xwe nû dike. em her roj di ber dar û kulîlkan re dimeşin, bayê honik li tenê me dixe, av û tav me gez dike.
her roj em ji nû ve bêhn bi jiyanê dikin, tîhna heyînan seh dikin û tê de dijîn. neqeb her roj bi hilatina her roja nû re xwe di şaneyên canê me de ji nû ve dipişkêve lê me hay jê nemaye.
kêşe û êşa me jî ev e jixwe; ma hay jê nema ye; ne ji dorgerîna heyatê ne jî ji werçerxîn û tekamila xwe… ya heyîna xwe.
dorger, her roj wê hilmê, wê oksijenê dide me ku em pê jiyanê seh bikin.
me sehkirin, hisandin, pêjnpêkirin, ji binî ve ji bîr kirine, niha em tenê, wekî reqem/jimarek di navbera 0-1ê de doş dibin. heyat, li me heyhat e. –mixabin-
de ka îro dest bidin wê neqebê, li valahiyên hev bihingêvin! bipelînin ruhê hev, bi nermika, bi xweşika!
AI dê nikaribe me di reqemekê de asê bike, em kodek ji vê aloztir in. ji “0-1”ê pêleltir in em.
ka em peyva xwe ya ewil a mezin li vir lêkin: HEZKIRIN.
de ka wê valahiyê seranser bi vê peyva sihêrbend û efsûnê dagirin!


