logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Fotoyek û pêşdaraziya hin

  • Dîrok: 11/01/2014
Em pêşî li vê fotoyê binêrin. 
Civîna HDP'ê. Civîn li navçeya Sîvlîrî li dar ketiye û HDP'ya Sîlîvrî lidar xistiye. Ev salon, salona dawetê (mehr birînê) û salona çalakiyên çandî ye. Di tirkî de jêre dibêjin "Çok amaçli salon" (Saloneke ji bo gelek cure çalakiyan). Salon aîdê Şaredariya Sîlîvrî ye ku di destê CHP'ê de ye.
Ev avahî di sedsala 16'an de hatiye çêkirin, di dema Komara Tirkiyeyê de wekî cihê mastfiroşiyê hatiye bikaranîn. Şaredariya Sîlîvrî ev salon restore kiriye û niha wekî "Çok amaçli" bikar tîne.
HDP'ê jî çalakiya xwe li wir li dar xistiye.
Li aliyê paş dîwanê ala Tirkiyeyê û wêneyê Ataturk.
Li dîwarê aliyê çepî jî ala Tirkiyeyê heye.
Li dîwarê din (aliyê rastê) jî û li dîwarê paş jî ala Tirkiyeyê heye. Yanê li her çar aliyan al hatiye daliqandin.
Ji ber vî wêneyî, gelek nivîskarên kurd tiştek nemaye ji HDP'ê re gotine bêyî ku pirsan bikin, fêm bikin ev çi wêne ye...
Mînak ji nivîskarên kurd Hejarê Şamîl gotiye; "Civîna HDP'ê, Bêşirove", lê paşê herhal dilê wî rehet nebûye, careke din ev wêne ligel hinên din parve kiriye û gotiye, "Utanç kareleri" (Dîmenên şermê). 
Gelek kesî ev wêne ev parve kiriye û şirove jî kirine.
Hin mînak ji wan:
- Bêşirove
- Halklari Kaziklayan Partisi
- Sömürgecinin bayrağı meşrulaştırılıyor. (Ala dagirkeran meşrû dikin)
- Ca li eletewşiyê binihêrin. HDP qey dixwaze ruhê misto vejîne û serweriya ala Tirkan a li ser welat û mêjiyê me qayîm bike.
- Bazi kurdlerin iradesi bumis (Îradeya hin kurdan ev e)
- Aptal ve Kişiliksizlere Silivri Masalları (Ji bo kesên bêaqil û bêşexsiyet Çîrokên Sîlîvrî)

Ev gotinên herî mehsûm in min hilbijartin. Gelek gotinên kirêt jî hatine kirin ez naxwazim li vir dubare bikim.

Ez naxwazim li ser aqilê ev kesên ew wêne şirove kirine tiştek bibêjim. Hew, em li meseleyê binêrin, belkî ew kes pozê wan bişewite û rabin lêborînê bixwazin.

Mesele ji aliyê min ve:
1- Dema min ev foto dît, min got teqez tiştek lê heye. Min hûrtir lê nêrî, min dît ku li aliyê rastê wêneyeke mahrbirînê, li aliyê din jî wêneyeke li ser xebatên çandî nivîsandiye, heye. Ev pirs hatin bîra min: Ger salon ji aliyê HDP'yiyan ve hatibe xemilandin (bi al û tiştên din), ev wêne li vir çi dikin? Çima ranekirine?
2- Dûre ev pirs hat bîra min: Gelo pereyên HDP'yiyan hene ku ew qas alek mezin û pêre jî fotoyek mezin ê Ataturk û her wiha li dîwarên din jî gelek alên din bikire û daliqîne?
Ji ber karê xwe yê reklamê ez bi buhaya wan jî dizanim. 
Ew alên li dîwarên kêlekê daliqandîne li nav piyaseya tirkî jêre dibêjin "Kirlangiç". Bi giştî meziniya wan 80x200 e û buhaya wan jî li dor 70-80 TL'yî ye. Paşê ku min li wêneyên din ên vê salonê mêze kirin, min dît 5 alên wisa li çar aliyan daliqandî ne, ev jî dike dor 350-400 TL'yî. Wêneyê Ataturk û ala Tirkiyeyê ya mezin jî li dor 6 metreçargoşe ye (texmînî), bi buhaya xwe li dor 500 TL'yî... Mirov bide ser hev dike nêzî hezar TL'yî.
Min xwe bi xwe got: Ne mimkûn e pereyên HDP'ê hebin ku bidin van tiştan.
3- Pêre ev hat bîra min: Heta îro di kevneşopiya siyaseta kurdan (Ji HEP'ê heta BDP'ê) û siyaseta partiyên çep ên tirk (Ji EMEP'ê heta ODP û yên din) yekê jî li çar aliyan al nedaliqandine. (ev siyasetê ez qal dikim niha di nav HDP'ê de ne)
Ez gihîştim vê encamê: Ev al HDP'ê nedaliqandine. 
Li ser vê min di bin wêneyên hin şiroveyan de ev pirsî; "Hûn dizanin ev wêne li ku hatiye kişandin?"
Min xwest hinek bifikirin. Lê ji bi dehan kesên ev wêne parve kirine û şirove kirine deng nehat, tenê hevalê me Mahmut Bilgin bersiv neda. Lê bi ya min pirs fêm nekir û bersiva wî jî şaş hat.
Vê carê ez li ser vê fikirîm: 
Gelo berê jî li wê salonê panel yan çalakiyên din li dar ketine yan na? 
Ez li qada înternetê lê geriyam.Min dît ku belê, berê jî xelkê (hin partî û rêxistinên din) li wir çalakî li dar xistine û ev al û fotoyên di çalakiya HDP'ê de, di yê wan de jî heye.* Encam ev bû: Ev al û foto jixwe li salonê daliqandî ne. Kî li wê salonê çalakiyê li dar bixe, nikare dest bide xemla wir. Tenê dikare alên xwe, yan jî afîşên xwe lê zêde bike.
Sedî sed ez qanih bûm ku ew al û foto ji aliyê HDP'ê ve nehatine daliqandin. Ev jî têra min nekir, min ji bo HDP'ya Sîlîvrî peyam şand û pirsî ka we ew daliqandine yan na?
Du roj berê bersivek wisa ji bo min şandin: "salon için para ödenmedi.bayraklar sürekli asılı durumda bizle ilgisi yok.belediyenin yeri. bizde o bayrakların yanına kendi bayraklarımızı astık.her taraf HDP bayrak ve pankartlarıyla doluydu." (**ji bo salonê me tu pere nedan. ew al her daliqandî ne, tu eleqeya wan bi me tune ye. ew der yê şaredariyê ye. me jî alên xwe li cem wan alan daliqandin. her alî bi al û pankartên HDP'ê tije bûn.)
***
Her wêne, her dîmen mimkûn e rastiye neyne ziman. Mimkûn e ew berevajîkirinan di nava xwe de bihebînin. Ji ber vê jî her wêne-vîdyoyek mirov dît hema xwe neavêje ser û tiştinan nebêje. Divê mirov hinek kûrtir lê binêre, li kîteyên wê, li cihê hatiye kişandin, saeta kişandinê, ji aliyê kî ve hatiye kişandin, çima hatiye pêşkêşkirin û hwd. bifikire.
Ger na, dê wisa bibe.
Ezê wêneyekî din bi bîra we bixim. Di wêneyê de Serokê DYA'yê Obama wekî ku li aliyê paş ve li keçikê dinêre... Lê na. Binêrin wêne û paşê vîdyo çi dibêjin...***

Belê wisa. 
Niha em vegerin serî: Yên ku ew qas gotin ji HDP'ê (a rast derdê wan BDP bi xwe ye) gotin, gelo niha dê li bin wan şirovên xwe lêborînê bixwazin?
 
 
 
Wenêyê panela HDP'ê ku hatiye parvekirin:
 
 
 
 
 
 
 
 

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

 Wenêyê duyemîn ji panela HDP'ê ku hatiye parvekirin (li ser Rojava jî pankart heye):
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
Têbinî:

* Ji bo wêneyên çalakiyên din û vîdyo:
 
 Wêneyên çalakiyên ku berê partî/rêxistinan li dar xistine
 
 
 
 
 Ji bo vîdyoyê li dawiya vîdyoyê binêrin hûn dê heman al û wêneyê Ataturk bibînin:
 
http://www.youtube.com/watch?v=Ch1BClqBPi8
 
 
 

**Ev bersiva wan min tenê wergerand, tîpek jî min neguhartiye

*** Ji bo wêneyê ku çapemenî belav kir û vîdyoyê ku nîşan dide ku çiqas fotoyek şapînok e:
 
http://www.youtube.com/watch?v=9VLt7KBMOMw
 
 

Hin Nivîsen Nivîskar

Ji bo lîsteyê weşanxaneyan çiqas alîkariya min kir?

  • 19 Rêbendan 2020

Bêyî ez navên weşanxaneyan binivîsim di vê nivîsê de ezê hewl bidim ku bi hin notan helwesta weşanxaneyên kurd nîşan bidim.Ev 13 sal in her serê salê ez...

Du pirs: Kîjan wêneyê Mîqdad Bedirxan e, Simko kengê hatiye kuştin?

  • 26 Tîrmeh 2016

Yê her kesî rojevek wî/ê heye. Her kes bi dû tiştek diçe, yê min pirsek serê min diêşand, niha pirsek din lê zêde bû. Ev pirs û bersiva van pirsan...

Li ser bernameya TRT 6'ê: 'Dengê We' dengê kê ye?

  • 28 Rêbendan 2010

Raste rast ez wisa bipirsim: "Di TRT 1'ê de kesek bernameyeke çêbike, di tirkiya xwe de daçekan şaş bikar bîne ew bername dê di TRT 1'ê de bê weşandin?"Lê...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

‘Qeyxaneya bê hêk’

ad

Bi kurdî 'Dîwana Hafiz' derket

ad

Nahêlin parêzer jî li dosyaya Kişanak û Anli binêrin

ad

Xelata Sînemagerê Salê yê Asyayî didin Penahî

ad

Ji sporê sê nûçeyên derketine pêş

ad

Ji bo min megrî Arjantîn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname