Diyarname
Kovara çandî, hunerî û wêjeyî Tîroj bi hejmara xwe ya nû li ber xwendevanên xwe ye. Kovarê di vê hejmara xwe de li 'Nîqaşa ji bo siyaseta kurd 'Formata Îslamî'" dosya amade kiriye.
Tîroj di 11 saliya xwe de hejmara xwe ya 66'an de pêşkêşî xwendevanên xwe kir. Kovara du mehane ku bi kurdî û tirkî dertê hejmara xwe ya rêbendan û reşemî demek berê derxist. Di kovarê de wekî her hejmarî gelek nivîs hene û dosyaya xwe jî amade kiriye.
Di dosyayê de mijara "Nîqaşa ji bo siyaseta kurd 'Formata Îslamî'" girtine dest. Faik Bulut, Sinan Çiftyurek, Ahmet Yaşaroglu, Huseyîn Aykol û Edip Yaşar li ser meseleyê gotinên xwe gotine. Nivîskar û lêkolînek Faik Bulut di hevpeyvîna ku li ser meseleyê pêre hatiye kirin de dibêje "Kurd ne ji bo 'dîn û îman' piştgirî dan PKK'ê, ji bo azadiyê piştgirî dan". Bulut li ser aliyên dîrokî yên meseleyê jî sekiniye.
Ji nivîsên kurdî M. Zahir Kayan nivîsa "Nameyen xeybane yên dilê rezîl". Baran Demir jî li ser lîstika "Êş Zimanekî" sekiniye û qala şanoya ku ew dikin kiriye. Sedat Ulugana jî "Di kovara Rojî Kurd de pexşanên kurmancî" nivîsiye. Nivîskar Cîhan Roj vê carê bi tirkî "Notên li ser wêjeya kurdî ya hemdem" nivîsiye. Cemil Oguz jî çîroka Ferit Edgu "Li rê" wergerandiye. Helbestvan Berken Bereh jî bi sernavê "Şiîr û sînor" li ser pirtûka Arjen Arî ya bi heman navî di kovarê de cih girtiye. Rojnameger Ferîd Demîrel jî li ser "Civaka zanyarî û bandora teknolojiya ragihandina nû" nivîsa xwe amade kiriye.
Ji hevpevyînan, Serpil İlgun jî bi rojnameger Cevdet Aşkin re li ser rojevê û pirsgirîka kurd hevpeyvîneke kiriye.
Her wiha Hakki Ozdal, Mehmet Said Aydin, Haydar Karataş, Dr. Mustafa Pekoz, Binefşa Narîn, Erdal Balsak, Îsmaîl Dîndar, Cuma Boynukara, Mine Şengul, Ferzan Şêr, Azad Ararat, Dr. Omer Uluçay, Mehmet Mercan, Ozgur Amed, Bariş Avşar û Muge Tuzcu bi nivîsên xwe, Yusuf Dere, Reyhan Sarhan, Alain Bosquet û Durmeyz Tek jî bi helbestên xwe di kovarê de cih girtine.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.