Diyarname
Li Herêma Kurdistana Federe roja 20'ê kewçêrê hilbijartina parlemenê li dar dikeve. Va ne xalên sereke yên li ser hilbijartinê:
- Di hilbijartinê de mebûs ji bo Parlemena Herêma Kurdistana Federe têne hilbijartin.
- Partiya bibe yekem dê hikumetê saz bike.
- Li Başûr 3 mîlyon û 789 hezar hilbijêr hene.
- Propagandaya ji bo hilbijartinê roja 25'ê mehê dest pê kir.
- Komîsyona hilbijartinê 136 lîste erê kirin ku ewê beşdarî hilbijartinê bibin.
- Hezar û 191 kes ji bo mebûsî bûne berendam. Ji san 368 heb jin in.
- Li meclisê wê 100 mebûs hebin ku îsal roja 21'ê reşemiyê Dadgeha Federal biryar dabû ku hejmara mebûsên Parlemena Kurdistanê ji 111'an daxin 100'î. Ji vê sedî 5 dê ji bo kotayên kêmareyan bê veqetandin.
- Kotaya kêmareyan: Hewlêr 2 kursî (yek ji bo xiristiyanan, yek ji bo tirkmenan), Silêmanî 2 kursî (yek ji bo xiristiyanan, yek ji bo tirkmenan), Duhok kursiyek (Ji bo ermenan).
- Ew 100 mebûsên li Parlemenê bi vî awayî li bajaran hatine belavkirin: Li Hewlêrê 34 kursî, li Silêmanî 38 kursî, li Duhokê 25 kursî û li Helebçeyê jî 3 kursî têne parvekirin.
- Yên bi ser 25'an re dikarin bibin berendam.
- Yên bi ser temenê 18'an de dikarin deng bidin. Her wiha yên hemwelatî, an jî xwedî qerta neteweyî dikarin deng bidin.
- Berî hilbijartinê bi 48 saetan "Dengdana taybet" li dar dikeve, di vê dengdanê de tenê hêzên ewlehiyê, Pêşmerge, artêş, xebatkarên nexweşxane û girtîgehê deng didin.
***
Li ser hilbijartinê hin Nûçeyên Eleqedar:
- Li Başûr çend partî beşdarî hilbijartinê dibin
- Li Başûr çend hilbijêr hene?
- Pêvajoya Hilbijartina Herêma Kurdistanê hat rawestandin
- Li ser hilbijartina Başûr 3 agahî
- Başûr; Komîsyona hilbijartinê dê navên namzetan eşkere bike
- Nimreyên beşdarên hilbijartina Başûr diyar bûn
- Bafil Talabanî, 'Em dixwazin hilbijartin di dema xwe de çêbibin'
- PDK, 'Em beşdarî hilbijartinê nabin'
- Roja hilbijartina Herêma Kurdistanê diyar bû
- Talebanî: Divê hilbijartinên Parlamentoya Herêmê bi awayekî şefaf bên kirin
- Hilbijartina Herêma Kurdistanê wê kengê li dar bikeve?
- Biryar hat dayîn: Roja hilbijartina Herêma Kurdistanê hat eşkere kirin
**
- Li Başûr 5 partiyan li ser hilbijartinê li hev kir
- YNK û PDK li ser guhertinên yasaya hilbijartinê axivîn
- Ji ber lidarneketina hilbijartina Herêma Kurdistanê 12 mebûsan îstîfa kir


