Diyarname
Rêveberên Navendî yênHDP'ê û Yeşîl Sol Partî îro li hev civiyan. Di civînê de Hevserokên HDP'ê Pervin Buldan û Mithat Sancar, Hevserokên Yeşîl Sol Partî Çigdem Kiliçgun Uçar jî hebûn.
Va ne hin biryarên hatine girtin:
- Ji pirsgirêka kurd heta îtîfaqan, ji têkoşîna ekolojî heta aborî, jin ciwan, îslama demokratîk, li ser gelek mijaran dê xebatên komcivînan û atolyeyan li dar bikevin.
- Li ser şewitandina darên li Çiyayê Cudî dê heyetek bê avakirin û ewê herin Cudî. Li aliyê din heyetek jî dê here Akbelenê.
KONGREYA AWARTE
- HDP dê kongreya awarte saz bike û xebatên xwe dewrî Yeşîl Sol Partî bike.
YEŞÎL SOL PARTÎ NAV DIGUHERÎNE
- Yeşîl Sol Partî jî di dawiya meha rezberê de kongreya xwe saz bike û di kongreyê de rêziknameya xwe û navên xwe biguherîne.