Ferzan Şêr
Dema mirov li derekî dest bi karekî bike, an here civatekî ku mirov lê rûdinên ji edetê ye ku silavên xwe pêşkeşî wan bike. Ji bo bicihanîna vê peywirê û ji bo daxistina coşa nivîsa yekemîn dixwazim silavên xwe li hin derdoran bikim;
Silav li we;
Ey xwendekarên zimanê kurdî! Hûn zanibin ku sedema nivîsandina min hûn in, hûn dixwînin ku ez binivîsim. Ez bawerim hemû heval û mamosteyên min jî bi heman sedemê dinivîsin. Silav li we, dîsa û hezar carên din… Ez bawerim her yek ji we di nav welatê xwe de nimûneya serbilindiyê ye, her yek ji we di nav kêmnetewetiya kurdan de kêmnetewe ye.
Ey hevalên nivîskar! Silav li we ku we êş û barê kurdî û kurdayetiyê daye ser milên xwe. We pirî caran cihê vî zimanî di paşila xwe de kiriye jin, di destê xwe de kiriye zarok, di awenêya xwe de kiriye bejn û bal. Ne wekî hevalek ji we, wekî xwendevanek silavek li we hezar spasî li we.
Û ey xebatkarên Diyarnameyê! Silav li we ku we bi van xebatên xwe di warê jiyana teknikî de valahiyeke mezin dagirtiye. We êş û derdên kurdan wekî çend malperên hemdemê xwe bi awayeke serfiraz kewandiye.
Çima nivîsandina kurdî?
“Li welatê min rojname lal ji diya xwe dibin,
Li welatê min radyo ker ji diya xwe dibin,
Li welatê min televîzyon kor ji diya xwe dibin,
Ewên bixwazin,
Li welatê min ew bi saxî ji diya xwe bibin,
Wan lal dikin û dikujin,
Wan ker dikin û dikujin,
Wan kor dikin û dikujin,
Li welatê min.”*
Dixwazim li welatê min; rojname geş ji diya xwe bibin, radyo bi zarşêrînî ji diya xwe bibin, televîzyon bi coş ji diya xwe bibin. Û dixwazim ew tev bi saxî ji diya xwe bibin. Ez ê tu kesî kor nekim, da min bibîne. Ez ê tu kesî ker nekim da min bibihîse. Ez ê tu kesî lal nekim, ne jî bikujim. Nivîsîna kurdî ji hemûyan tesîrkar e.
Dixwazim ji hevalên xwe, ji diya xwe, ji xwişk û birayên xwe bi kurdî hez bikim. Ma çi tehma jiyanê heye ku navê binevşê bibe “menekşe”. Kî dikare heman bêhna binevşê ji “menekşe”yê bistîne. Belê her ziman xweş in, lê her ziman bi xwediyên xwe xweş in.
Dixwazim li mekteban pênûsên depên reş ji nivîsandina tîpên kurdî biwestin, ne ji asîmîlasyonê.
Dixwazim; navê gundê min ne “Kapakli” bila Hezyatê bimîne. Bile tu carî bavê min ji min re nebêje “Oglum”. Hûn zanin dema ji min re dibêje “kurê min” ez dibêm jixwe ez Îsa me bavê min Xwedê ye. Heta ku ew wiha li min bang bike ez bawerim tu hêz nikare min bi darexaçê ve bike.
Û dixwazim, heta nivîseke din em bêrikirina hev de bîminin.
*Şêrko Bêkes, Ji nav şiirê min, Avesta, 1996