logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Şaredariya Peyasê wê alîkariya perwerdehiyê bide 1.000 xwendekaran
  2. Balafir bi leza 340 kîlometreyî li avahiyan ket
  3. Festîvala Fîlman a Bogazîçî tê
news-details

Festîvala “Dengên Jinên Kurdistanê” li dar dikeve

  • Dîrok: 21/06/2023
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Ferîd Demîrel

Li Berlînê bi navê “Female Voice of Kurdistan” (Dengên Jinên Kurdistanê) wê festîvalek pêk bê.

Di festîvalê de wê ji her çar parçeyan 8 hunermend di navbera 24 û 25ê Hezîranê de konserên zindî û online bidin.

Ji bo festîvalê ji Bakur Berfîn Aktay û Sakîna Teyna, ji Başûr Kawyar Hadî û Wajeda Xêro, ji Rojava Jînda Kanco û Sîdar Îbrahîm û ji Rojhilat jî Sahar Lotfî û Hanî Mojtedy wê stranên xwe bistirên.

Operaya Hemdem a Berlînê bi piştgiriya saziya fonê ya Berlînê vê festîvalê li dar dixe û wê konser li Berlîna paytexta Almanyayê, li Villa Elizabethê çêbibe.

Ji bo jinên Afganistan û Îranê jî festîval pêk anîne 

Saziyê beriya niha ji bo jinên Afganistanê bi navê “Dengên Jinên Afganistanê” û “Dengên Jinên Îranê” festîval pêk anîne.

Ji bo festîvala “Dengên Jinên Kurdistanê” salekê kar û xebat hatine kirin û piştî hilbijartina 8 hunermendên jin, dest bi amadekariyên festîvalê hatiye kirin.

Ji ber rewşa Kurdistanê, hunermendên Rojava û Başûr wê nikaribin li Berlînê konserên zindî pêşkêş bikin. Li şûna wê, konserên wan ên ku ji bo festîvalê di vîdeoyan de hatine tomarkirin, wê bi rêya sînevîzyonan bên nîşandan.  

Yalda Yazdanî derhênera hunerê ya festîvalê ye ku tevî Andreas Rochhollê derhêner û çeker, ji bo vê festîvalê li Kurdistanê geriyane û xebatên festîvalê birêve birine.

Her weha wê çîrokên hunermendên ku beşdarî festîvalê bûne jî weke vîdeoyên kurt bên nişandan.

Teyna: Festîvaleke girîng e 

Yek ji beşdarên Festîvalê Sakîna Teynayê ji bo bianetê diyar kir ku ji ber beşdarbûna festîvalê ew gelekî şanaz e û çêkirina vê festîvalê pir girîng e. Teynayê got ku “Dil dixwest ku karekî dirêjtir bi gelek hunermendan re pêk bê” û “Ji ber ku wê bikaribe tevî hunermendên din, dengê jinên kurd û civata kurdan bi rêya vê festîvalê bigihîne cîhanê, bextewar e.”

Sakîna Teynayê bal kişand li ser hêla “polîtîk” a festîvalê û got ku amadekarên festîvalê bi taybet xwestine navê "Kurdistanê" li festîvalê bikin. Li gorî gotina Teynayê, her çend kesên biyanî, beriya niha bi navên Anatolya, Mezopotamya û yên mîna wan festîval li dar dixistin, lê ev cara yekem e ji bilî kurdan hin kes, bi navê Kurdistanê festîvalekê pêk tînin.

Her wiha wê bang li kesên li Berlînê û bajarên derûdora wê dijîn kir û xwest ku biçin li stranên hunermendên jin ên kurd guhdar bikin. 

Bîanet Kurdî


Parve Bike

Youtube Me

Hinarên kurdan, îstatîstîk û agahiyên girîng

news

Li ser konsera Koma Amed û Ciwan Haco 2 pirs

news

Omer Dilsoz: Lihêfka bêdengiyê

news

H. Kovan Baqî: Gotinên te stêrk in Nowalîsa

news

Diyarname Nûçe: Pirtûkeke nû a Îrfan Amîda Zenge şev #podcast #diyarname20salîye

news

Diyarname nûçe:Bi hezaran kitabê kurdî hêvî wendoxanê xwu yê #podcast #diyarname #diyarname20salîye

news

Hogir Berbir: Hêlîn ne tenê avahî ye, çîroka jingehê ye

news

DILDAya Selahattin Demirtaşî

news

Diyarname:Pirtûkeke helbestan, “Sola Qetiyayî” derket #diyarname #diyarname20salîye

news

Dilşêr Bêwar: Ez baş im

news

Yeqîn H.: Bîr

news

Kobanî û Cebelîtarik

news

Mesûd Qeya: Ro li ava ye

news

Omer Dilsoz: Em gelek hez ji hêkên gundan dikin

news

Festîvala FîlmAmedê bi xelatdayînê bi dawî bû #diyarname20salîye #podcast #diyarname

news

Film: Fîlmê Adîle Naşît tê

news

Dor 60 helbestên li ser evînî

news

Rewşa Îsmaîl Beşîkçî, 28.09.2025

news

Diyarname: Koma Amed li Amedê konserê dide #diyarname20salîye #diyarname #books

news

330 Saliya Mem û Zînê tê pîrozkirin #diyarname #diyarname20salîye #pirtûk

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 06 11 2025

Festîvala Fîlman a Bogazîçî tê

news
  • 03 11 2025

Bernameya Şanowanê

news
  • 02 11 2025

'Tavşan Împaratorlugu' bi ser ket

news
  • 01 11 2025

'Alpha'

news
  • 01 11 2025

Bernameya Yenîsahneyê

news
  • 31 10 2025

Belgefîlmê ajokarên ambûlansên di şerê Reqayê de tê çêkirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Kuştina Weşanger

  • Dilşêr Bêwar
news

Suryanî bi kurdî lavayî Xwedê dikin!

  • Hogir Berbir
news

ev ne helbest e seba vê demsalê

  • Mesûd Qeya
news

Kîjan rastî?

  • Dilşêr Bêwar
news

Pelê darê û nefesa bê

  • H. Kovan Baqî
news

Piştî xwîna min guherî xuyên min jî guherîn!

  • Kazim Polat
news

‘Helal Et’, ‘Helal Kurdçe’

  • Cemil Oguz
news

Lihêfka bêdengiyê

  • Omer Dilsoz
news

Gotinên te stêrk in Nowalîsa

  • H. Kovan Baqî
news

Hêlîn ne tenê avahî ye, çîroka jingehê ye

  • Hogir Berbir
news

Ez baş im

  • Dilşêr Bêwar
news

Bîr

  • yeqîn h.
news

Ro li ava ye

  • Mesûd Qeya
news

Em gelek hez ji hêkên gundan dikin

  • Omer Dilsoz
news

Heke gotin xwîn bibin, ev nivîs ê bibe dilekî sekinî

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

Êrîşê hunermend Kerem Sevînç kirin

ad

Tu bi kîjan zimanî bistirê û binivîsî tu ji bo wî zimanî xizmetê dikî

ad

Şerma giran

ad

ÎZKÎTAP didome

ad

Destdirêjiya li ser nasnameya miletê kurd!

ad

Silav Welatyar

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Şaredariya Peyasê wê alîkariya perwerdehiyê bide 1.000 xwendekaran

  • 06 11 2025
news

Balafir bi leza 340 kîlometreyî li avahiyan ket

  • 05 11 2025
news

Festîvala Fîlman a Bogazîçî tê

  • 06 11 2025

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2025 Diyarname