Diyarname
Li Amedê li cafeyê hin kesan êrîşê hunrmend Kerem Sevinç kirin û derb kirin. Sevinç ji bo doz bê vekirin der barê wan û kesa ew şandine vir de serî li dozgeriyê da.
Hunermend Kerem Sevinç ji ber twittera xwe re peyameke fireh weşand û qala bûyerê kir. Li gor gotina Sevinç ev 3 meh in motorsîklet, enstruman, album û hin koleksiyonên wî yên ku bi salan e dabûn hev, ligel 15 hezar TL li cem Sîdar Basut in (Xwediya Sîdar Kafe&Restoran). Sevînç dibêje di 3'yê sermaweza 2018'an ve ew li gel hev neaxivîne lê wî çend caran bi rêya hevalekî xwe ew tiştên xwe ji Basut xwestine, lê wê her carê dem xwestiye lê her carê piştguh kiriye û tiştên wê nedane. Herî dawî roja 01.02.2019'an kesekî bi navê Erdal Balci jêre peyam şandiye û jê xwestiye ku ew hev bibînin û vê meseleya ligel Sîdar Basut çareser bikin. Li ser vê Sevinç li kesê ku berê di navbera wî û Sidar Basut de navbeynkarî kiriye geriyaye ku Erdal Balci nas dike yan na... Wî jî gotiye baş nas nake lê çend caran li cafeyê ew dîtiye. Piştî van gotinan Sevinç peyam şandiye diye ku piştî saetek dikarin li cafeyek hev bibînin. Sevinç wisa didomîne: "Çawa em rûniştin min fêm kir ku armanc ne lihevkirin e. Di dema ku min ji garson xwest ji me re çay binîn, hê me xeber jî nedabû êrîşê min kir. Ji bo xwe biparêzim min xwest dûr kevim, min dît hin kesên li bexçeyê kafeyê ku diyar bû berê de ew li wir amade kirine bi hev re êrîşê min kirin. Ez kesê ku her li dijî şîdetê me ez li bendê me di serî de Baroya Amedê, her kes di vî warî de xesas tevbigere û bûyerê bişopîne."
Sevînç her wiha daye diyarkirin ku wî serî li dozgeriyê daye, xwestiye der barê Erdal Balci û ya ku ew şandiye wir Sîdar Barut de doz vekiriye û ewê heta dawî li dadgehê rewşê bişopîne.