Zinarê Xamo
Hin kes dibêjin Selîm Berakat, Yaşar Kemal, Kemal Mizorî û bi dehan nivîskarên din li ser doza kurdî, dîrok û edebiyata kurdî nivîsîne û bi vê yekê kurd bi xelkên din dana naskirin û ev jî ji bo kurdan xizmet e.
Dibêjin çi ziman dibe bira bibe zêde ne muhîm e, ya muhîm naverok di berjewendiya gelê kurd de ye yan na, ew muhîm e, dibê meriv bala xwe bide wê…
Ez ne bi vê dîtinê ra me.
Bêguman di her tiştî de, di her karî de aliyê pozîtîf û negatîf heye, lê ya muhîm kîjan bêtir muhîm e. Îro her tiştê bi tirkî tê nivîsîn ji karê bêtir zirarê dide miletê kurd.
Ji ber ku hin kurd bi tirkî zanin kanin ji berhêmên kurdan yên bi tirkî "fêdeyê" bigrin. Lê hemû kurd bi tirkî nizanin. Tu berhemeke bi tirkî bi qasî berhemeke bi kurdî ne bi fêde ye.
Ez bi erebî û farisî nizanim û ji bo min û bi mîlyonan kurdî tu qîmeteke berhemên kurdan yên bi erebî û farisî tune ye.
Lê ne ev tenê, di ser de van berheman gelek nivîskarên kurd kirine nivîskarên ereb û tirk û bi rêya wan kurd asîmîle dibin.
Û ev yek roj bi roj zêde dibe.
Li Kurdistana Bakur 70, 80, 90 sal berê kurd ew qasî asîmîle nebûbûn, 80 sal berê ew qas nivîskarên kurd ên bi tirkî dinivîsîn tunebûn.
Lê îro hem bi mîlyonan kurd asîmîle bûne û hem jî bi sedan kurd bûne şair û nivîskarên tirk û bi berhemên xwe kurdan dikin tirk.
Yanî "fêdeya" tirkî ya dema kin, di dema dirêj de malwêranî ye.
Îro wiha ye û dibê meriv li gorî îro hereket bike, ne ku ji 400 sal berê nimûneyan bide û bibêje Şerefname bi farisî hat nivîsîn.
Heger kurdan bi farisî nizanîbûya, heger kurdan Şerefname nekirana kurdî me tu fêde ji Şerefnameyê nedigirt. Yanî di vir de jî ya girîng ziman e.
Heger Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Hêmin, Goran, Cegerxwîn, Şêrko Bêkes, Muzûrî, Bextiyar Elî, Mueyid Teyib, Arjen Arî û bi sedan şair û nivîskarên bi kurdî nivîsîne, wan jî wekî Selîm Berekat, Yaşar Kemal û kurdên din bi erebî û bi tirkî nivîsandibûna ma niha edebiyatek kurdî hebû?
Ji bo ku miletek bibe xwedî edebiyateka neteweyî divê nivîskarên wî miletî bi zimanê xwe binivîsin.
Hemû tiştên kurdan bi erebî, tirkî û farisî nivîsîne malê edebiyat û zimanê tirkî, farisî û erebî ye, zirara wan sed carî, hezar carî ji kara wan bêtir e.
Meriv di kîjan taximê futbolê de topê bilîze serketin ya wî taximî û wî miletî ye. Qeleparêzê taximê/tîma Îranê Elîreza Bîranwend kurd e û qeleparêzekî pir serketî ye, lê çi ji me re. Serketina wî ji Îranê re ye.
Selîm Berakat kurd e, lê belê bi erebî dinivîse, lema jî nivîskarekî ereb e û xizmetê ji ziman û edebiyata erebî re dike, ne ji ya kurdî re...
Kurdê bi tirkî, bi erebî û bi farisî bistirê ji muzîka tirkî, erebî û farisî re xizmetê dike, heta jê tê bira bibêje ez kurd im...
Kurdê bi farisî, ereb û tirkî binivîse ji ziman û edebiyata farisî, tirkî û erebî ra xizmetê dike.
Ji bloga "Hindik-Rindik" hatiye girtin