Diyarname
Fûara Pirtûkan a Îzmîrê ÎZKÎTAP îsal cara diduyan li dar e. Li fûarê weşanxaneyên kurdan Nûbihar û Na jî hene.
ÎZKÎTAP ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a ÎzmîRê û ÎZFAŞ'ê ve tê organîzekirin. Fûara îsal heta 5'ê mehê didome.
Di fûarê de li dor 86 çalakiyên wekî gotûbêj, panel hene. Nêzî 250 weşanxane û saziyên sivîl li fûarê stand vekirine.
Di nav fûarê de du weşanxaneyên kurdan hene: Nûbihar û Na.
Ji ber ku Fûar li cihek dûr e Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê hin servîsên taybet danîne. Yên bixwazin dikarin