Amed
Şaredariya Peyasê îsal wê 15.000 TL alîkariya perwerdehiyê bide 1.000 xwendekarên ku di Sala Perwerdehî û Hînkariyê ya 2025-2026’an de cara yekem zanîngeh qezenc kirine. Xwendekarên astengdar ên ku perwerdeya xwe didomînin jî dikarin bi heman serlêdanê serî lê bidin.
Gerînendetiya Karên Çandî û Civakî ya Şaredariya Peyasa Amedê wê ev alîkarî bide xwendekarên di bin 30 salî re ku beriya 13’ê Gelawêjê/Tebaxê li navçeya Peyasê ya Amedê rûdinên, bi bûrsa %100 ketine zanîngehên dewletê, weqfê an taybet û di Sala Perwerdehî û Hînkariyê ya 2025-2026’an de cara yekem qeyda xwe kirine. Bi vî awayî, şaredarî wê carekê tenê 15.000 TL bide 1.000 xwendekaran.
Xwendekarên Astengdar li ber çavan hatin girtin
Şaredariyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku kesên cara yekem zanîngeh qezenc kirine wê serî lê bidin, lê xwendekarên astengdar ên ku perwerdeya xwe ya zanîngehê didomînin jî dikarin serlêdanê bikin.
Mercên serlêdanê
Ji bo kesên di Sala Perwerdehî û Hînkariyê ya 2025-2026an de ketine zanîngehên weqfê an taybet, divê bûrsa %100 wergirtibin, beriya 13.08.2024&an navnîşana wan li navçeya Peyasê be, temenê wan di bin 30 salî re be û pêdiviya wan bi alîkariyê hebe ku bi belgeyan piştrast bikin.
Serlêdan 6’ê Sermawezê/Mijdarê dest pê dike
Xwendekar dikarin di navbera 6-16’ê vê mehê li ser malpera şaredariyê, bi tikandina li ser https://www.kayapinar.bel.tr/egitim-bursu-basvurusu, bi jimara nasnameyê, nav û paşnavê xwe formê dagirin û serlêdanê bikin.
Bi taybetî xwendekarên ku di Sala Perwerdehî û Hînkariyê ya 2025-2026’an de bi Îmtîhana Giştî ketine zanîngehên dewletê an bi bûrsa %100 zanîngehên weqfê û taybet qezenc kirine, bi belgeyên daxwazkirî serlêdanê bikin. Piştî kontrolkirina belgeyan, di dîrokên diyarkirî de alîkarî wê bikeve hesabên xwendekaran.
Şaredariya Peyasê sala borî jî 15.000 TL alîkariya perwerdehiyê dabû 500 xwendekarên ku mercên serlêdanê pêk anîbûn.
Navnîşana serlêdanê ya serhêl:
www.kayapinar.bel.tr/egitim-bursu-basvurusu