logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Şaredariya Peyasê wê alîkariya perwerdehiyê bide 1.000 xwendekaran
  2. Festîvala Fîlman a Bogazîçî tê
  3. Balafir bi leza 340 kîlometreyî li avahiyan ket
news-details

Destdirêjiya li ser nasnameya miletê kurd!

Kurdbûna Zazayan ne tenê di çavkaniyên Kurdan de di hemû çavkaniyên Îslamî û Tirkî de jî rastiyeke aşkera ye. Ji destpêk

  • Dîrok: 20/12/2012
  • Beş: NÎQAŞ

Kurdbûna Zazayan ne tenê di çavkaniyên Kurdan de di hemû çavkaniyên Îslamî û Tirkî de jî rastiyeke aşkera ye. Ji destpêka damezirandina Komara Tirkiyeyê heta îro karbidestên dewletê li beramberî nasnameya miletê Kurd polîtîkayên şaş û nerewa peyrew dikin. Tirkiyeya kemalîst bi tu awayî xwe nedida ber qebûlkirin û naskirina miletê Kurd, îro jî karbidestên muhafezekar û îslamî yên dewletê li ser rêça hukumetên beriya xwe di nava heman şaşiyên siyasî de ne. Em dibînin dema înkara miletê Kurd pere nake vê carê dest davêjin qulpê fitneyê û dixwazin di nava miletê me de duberekî çêbikin.

Di 1925an de piştî ku piraniya Kurdên Zaza digel birayên xwe yên din di pêşengiya Şêx Seîd de ji bo mafên xwe yên dînî û mîlî serî hildan, dewletê jî dest bi propagandayên ciyabûna Zaza û Kurmancan kir û xwest yekrêziya miletê Kurd bişkîne. Ji wê demê û vir ve bê ku vê îdîaya xwe bispêrin rastiyeke dîrokî, berdewam vê fitneyê li dijî Kurdan weku alavekî şer bi kar tînin.

Herî dawî wezîrê perwerdeyê li Çewlîgê li ser pirtûka dersa bijarte ya Kurdî ku ji aliyê mamosteyên beşa Kurdî ya Zanîngeha Mêrdînê hatibû amadekirin, got nabe Kurmancî û Zazakî di bin navê Kurdî de bên xwendin û pisporên Zanîngeha Mêrdînê riyeke şaş dane ber me. Bi vî awayî hukumeta muhafezekar a îslamî nîşan da ku li ser bingeha polîtîkayên Tirkiyeya kemalîst dimeşe û tu qîmetê nade nirxên miletê Kurd.

Hebûna lehçeyên ciyawaz ne tenê di Kurdî de di piraniya zimanan de tê dîtin û ev rastiyeke aşkera ye. Dewleta Tirkiyeyê digel ku bû hezar sal e ji Asyaya Navîn koç kirine û di navbera wan de gelek ciyawaziyên zimanî û toreyî peyda bûne jî Tirkên Tirkiyeyê, Tirkmenan, Azeriyan, Kirgizan, Kazakan, Ozebekan, Kipçakan weku yek milet û zimanê wan jî weku yek ziman qebûl dike. Li beramberî vê Kurdên Zaza û Kurmanc digel ku di nava hev de dijîn, hemû awayên jiyana wan mîna hev e, mexdûr û mezlûmên heman polîtîkayên dewletê ne û di navbera wan de ji bilî ciyawaziyên lehçeyî tu ciyawaziyên din nînin, wan weku du milet û zimanên wan jî weku du ziman dide zanîn.

Kurdbûna Zazayan ne tenê di çavkaniyên Kurdan de di hemû çavkaniyên Îslamî û Tirkî de jî rastiyeke aşkera ye. Wezîr eger ji mamosteyên Zanîngeha Mêrdînê bawer nake bila guhdariya Ewliya Çelebî yê Osmanî û Ziya Gokalp ê teorîsyenê Mustefa Kemal bike.

Bi vê munasebetê em weku Komeleya Nûbiharê bang li birayên xwe yên Zaza dikin ku li hemberî vê heqaret û bêrûmetkirinê bêdeng nemînin û nedin pey şopa çend kesên berjewendîperest ku ji bilî bikaranîna Zazayan tu mebesteke wan a din nîne.

Herwuha em bang li hukumetê jî dikin ku dev ji van polîtîkayên şaş berdin û derheqê daxuyaniyên wezîrê perwerdeyê de raya xwe aşkera bikin. Êdî divê dewlet dest ji tarîfkirin û dabeşkirina miletê Kurd berde û rêz li hebûn û ciyawaziyên miletê me bigire.

NAVENDA KOMELEYA NÛBIHARÊ

Ji Zazaki.net hatiye girtin

 

Parve Bike

Youtube Me

Hinarên kurdan, îstatîstîk û agahiyên girîng

news

Li ser konsera Koma Amed û Ciwan Haco 2 pirs

news

Omer Dilsoz: Lihêfka bêdengiyê

news

H. Kovan Baqî: Gotinên te stêrk in Nowalîsa

news

Diyarname Nûçe: Pirtûkeke nû a Îrfan Amîda Zenge şev #podcast #diyarname20salîye

news

Diyarname nûçe:Bi hezaran kitabê kurdî hêvî wendoxanê xwu yê #podcast #diyarname #diyarname20salîye

news

Hogir Berbir: Hêlîn ne tenê avahî ye, çîroka jingehê ye

news

DILDAya Selahattin Demirtaşî

news

Diyarname:Pirtûkeke helbestan, “Sola Qetiyayî” derket #diyarname #diyarname20salîye

news

Dilşêr Bêwar: Ez baş im

news

Yeqîn H.: Bîr

news

Kobanî û Cebelîtarik

news

Mesûd Qeya: Ro li ava ye

news

Omer Dilsoz: Em gelek hez ji hêkên gundan dikin

news

Festîvala FîlmAmedê bi xelatdayînê bi dawî bû #diyarname20salîye #podcast #diyarname

news

Film: Fîlmê Adîle Naşît tê

news

Dor 60 helbestên li ser evînî

news

Rewşa Îsmaîl Beşîkçî, 28.09.2025

news

Diyarname: Koma Amed li Amedê konserê dide #diyarname20salîye #diyarname #books

news

330 Saliya Mem û Zînê tê pîrozkirin #diyarname #diyarname20salîye #pirtûk

news
NÎQAŞ - Nivîsên Dawî
news
  • 11 09 2013

Ez çi dibêjim, tu çi dibêjî…

news
  • 09 09 2013

Kurtenêrînek ji bo dîroka Komeleya Nivîskaran

news
  • 04 09 2013

Kongreya Netewî ya Kurd careke din hat taloqkirin

news
  • 31 08 2013

Çarenûsa Komeleya Nivîskarên Kurd

news
  • 31 08 2013

Agahdariyek derbarê Konferansa Nivîskaran ya Îzmîrê de

news
  • 30 08 2013

Gelo Komeleya Nivîskarên Kurd tê girtin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Kuştina Weşanger

  • Dilşêr Bêwar
news

Suryanî bi kurdî lavayî Xwedê dikin!

  • Hogir Berbir
news

ev ne helbest e seba vê demsalê

  • Mesûd Qeya
news

Kîjan rastî?

  • Dilşêr Bêwar
news

Pelê darê û nefesa bê

  • H. Kovan Baqî
news

Piştî xwîna min guherî xuyên min jî guherîn!

  • Kazim Polat
news

‘Helal Et’, ‘Helal Kurdçe’

  • Cemil Oguz
news

Lihêfka bêdengiyê

  • Omer Dilsoz
news

Gotinên te stêrk in Nowalîsa

  • H. Kovan Baqî
news

Hêlîn ne tenê avahî ye, çîroka jingehê ye

  • Hogir Berbir
news

Ez baş im

  • Dilşêr Bêwar
news

Bîr

  • yeqîn h.
news

Ro li ava ye

  • Mesûd Qeya
news

Em gelek hez ji hêkên gundan dikin

  • Omer Dilsoz
news

Heke gotin xwîn bibin, ev nivîs ê bibe dilekî sekinî

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

E-Reçetem bi 5 zimanan e lê kurdî?

ad

Vaye rêveberiya nû ya HDP'ê

ad

Mercan Dede: Nefesê Heskîfê ye em pê neya xwe pif dikin

ad

Fîlmmorê biryara girtinê ragihand

ad

Maradona bi Messi bawer e!

ad

Serdegirtina MED-DER'ê hat şermezarkirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Şaredariya Peyasê wê alîkariya perwerdehiyê bide 1.000 xwendekaran

  • 06 11 2025
news

Festîvala Fîlman a Bogazîçî tê

  • 06 11 2025
news

Balafir bi leza 340 kîlometreyî li avahiyan ket

  • 05 11 2025

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2025 Diyarname