Diyarname
BDP'ê li ser manşeta Tarafê ya îro "Başbakan'dan bir soz bekliyoruz" tekzîbek weşand.
Rojnameya Tarafê îro manşeta gotinên Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş kir manşet û wisa weşand: "Başbakan’dan bir söz bekliyoruz" (Em ji Serokwezîr li benda sozekê ne). Li ser vê yekê îro BDP'ê tekzîbek weşand.
BDP di tekzîbê de dibêje ku hevserokê wan de di civîna çapemenrî ya li Amedê de, ne jî di daxuyaniya ku piştî civînê daye Tarafê de gotineke wisa bikar neaniye. Tekzîba ku hatiye weşandin wisa dibêje: "Hevserokê me, şertên BDP'ê eşkere kirine û gotina 'Ne tiştên ku Serokwezîr dibêje, ne jî kirinên wî. Em ne gotin li benda îcraetê ne' bikar aniye. Di vê çarçoveyê de Demirtaş diyar kiriye ku wê qîmeta gotinên Serokwezîr nîn be û bal kişandiye ku ew li benda gavên ber bi çav in. Tarafê ev gotin bi taybetî şaş pêşkêş kirine. Şertên BDP'ê li holê ne, di warê boykotê de jî tu guhartin nîn e. Em bi hurmet vê pêşkêşî raya giştî dikin."
**
Nûçeyên eleqedar:
- Kişanak: Taraf nûçeyên derewîn çêdike