Berê ez jî bi ‘herfên gir’ difikirîm; min serê xwe li ser pêşhatên dinyayê diêşand û wisa bawer dikir, divê gotineke mirov der barê jiyanê de hebe. Divê mirov der barê pêşketinan de gotina xwe texsîr nake. Bibêje û bê nanûxwê bipêje.
Hindî aşê zemanî di ser umrê min re geriya ‘herfên hizirên min hûrtir’ bûn û êdî gotinên min ên bo analîzên siyasî, pêşketinên jiyanê li kêmê ketin. Mij li ber pal, dol û newalên hişê min zelaltir bû. Nizanim qey hindî sal li temenê mirov bar dibin, herfên ber hişê mirov hûrtir, beyartir û kêmtir dibin.
Li pişt wê mija tarî dîmeneke ku berê mirovî bi herfên gir ên hestên xwe didît, bi herfên gir ên hişê xwe tesewir dikir û bi angajmanên berteng ên bîr û raya xwe, îdeolojî û baweriya xwe pênase dikir, zîq xwe li nav çavên mirovî didin.
Meger di pişt perdeyê de, reng û rûyekî cudatir hebûye û ew bayê li hestên me radibû, herfên me bi per û bask dixistin, meger bayekî din bûye.
Hingaftina bi rûyê req ê rastiyê destpêkê li canê mirovî tal tê û mirov diêşîne. Rûbirûtî, bi êş e, mirov dûr-nêzik bi vê rastiyê re tê rûqalê hev. Hingê herfên gir ên li berçavka mirovî mîna berfa ketî ber taviya baranê dihele. Hûr dibe û tenê lîlav û dilopek av li şûnê dimîne.
Hizrên mirovî bi wê dilopê şîn dibin- helbet qesta min, ji mirov, ez bi xwe me.
Gelo ez dixwazim çi ji we re bibêjim?
Erê, me gotibû, gava mij ji newalê kişiya mirov dîmenekê dibîne; Ew dîmena leyîzekê bû: kişik.
Kişik, hem bi berikên (ez ê wekî herf bi nav bikim) hûr hem jî yên gir tê lîstin. Herfên hûr, peyak in û ew tenê ji bo rêya herfên gir vekin tên bikaranîn. Peyak, ne ji bo danîn û gêrana stratejiya leyîzê ne, ew ji bo bikaranînê ne.
Îja em piştî vê ronkirineweyê bêne ser esasê meseleya xwe.
Derdê me kurd in. Doz û çarenivîsa miletekî hejmar ‘gir’ lê destkeftî ‘hûr’; belkî di satrinca zilhêzan de “peyak” –her çend dilê min negire wisa bawer bikim jî, rastî gelekî tal e.
Berê min bawer dikir ku heke em bi ya zilhêzan bikin, li gorî stratejî û berjewendiyên wan cihekî ji siyaseta xwe re çêkin, hingorê rojê yanî di dawiyê de li ser maseyê –heke ku pareke baş bi bara me jî bikeve. Lê niha, gava mij xwe dide para, em dibînin ku mesele ne îdeolojî, ne alîgirî, ne likubûn û çawabizaftina me ye, mesele leyîz û hesabên leyîzkeran in. Yanî, tu çi li gel wan bî, çi li dijî wan be, ev zêde mihûm nîn e, te çi bikira jî, di hesabên wan de rola ji bo te danî –hê di serê leyîzê de jixwe zelal e.
Hez kin em hinekî din mebesta xwe zelal bikin.
Ez dibêjim qey hûn dibêjin, yanî çi?
Yanî…
Nexwe ez bibêjim.
Berî sedsalan gava li ser erda me sînor bi cetvelan kişandin, fîl û ferez (fîl û hest) leyîzandin û hemleyên xwe bo sedsalekê kirin.
Li Iraq û Sûrî, bi destê ‘Be’sa Ereb’ Be’sa bi egal û kirasdirêj, du dewletên biçûk danîn. Li Sûrî, ji sedî 40 şênî Sunî bûn, nîrê wan xist bi destê Be’sa Şîe û girêyeke zeft danê. Êdî sedsalekê dê civatek bi vî destarî bihêrandana. Li Iraqê ku ji sedî 40 Şîe bûn, vê carê hevsar dan destê Be’sa Erebî ya Sunî û girêyeke qewîm li vê derê jî xistin. Heman tişt li Tirkiyeyê bi destê kemalîzmê, li Îranê bi destê Şahî kirin.
Ev destar giran bû. Ji vê re gotin, siyaseta Îngilîzî û bi zor û derbeyan, bi çakûç û balyozan ev civakên han dan ber xwe.
Di vê denklemê de Kurd tunebûn. Bi çi awayî nebûn. Ne sax ne mirî. Tenê ‘welatî’ bûn. Heta li Sûrî ew statû jî nedabûnê.
Niha, tê dîtin ku ev denklem ji nû ve tê raçandin. Lê bi hin guhartinên biçûk.
Li Tirkiyê hevsarê kemalîzmê xistin ber destê Îslama nerm a siyasî û jê AKP derket.
Li Îranê, Xumeynî ew nîr şikand lê şûna wan ava nebû û hêj ne diyar e ka dê ber bi werçerxaneke çawa ve bêt kişandin.
Li Sûrî û Iraqê ‘Be’sa Erebî’ şikandin şûna wê, li Iraqê şîe, -ji sedî 40, li Sûrî sunî-selefî –ji sedî 40 kirin memûrên xwe yên nû.
Kurd, li vir, bi temamî di nav baznê de nîn in. Li her du parçeyan jî para sêyem a zeîf, ku hema kiyaneke nanozikî ya siyasî –bila nemire û hew, avêtin ber kurdan.
Kurd dîsa di leyîza kişikê a zilhêzan de para “piyon û peyak”ê hildan ser milan.
Kurd tenê dê li her çar parçeyan jî, di vê denklemê de wekî “otorîteke nerm a xwecihî” bên bicihkirin.
Diyar e, di lempeya hêzên hegemonîk de guhertina sînoran tune ye, tenê nermijandina wan heye.
Îja pirs ev e, gelo em kurd çend ji vê rastiya xwe haydar in.
Xwezî min şiyaba ji bo me behsa tiştên xweştir bikira, û van rojên ku dilê me li ser Rojava –biçûkê bira, dişewite, xwezî me kariba behsa herfên gir ên qasî kirrê Gilîdaxê û dilê dayikên Kurdan bikiraya.
Niha li her çar parçeyan jî berûkek li ber me vedibe: Zimanê me serbest dibe.
Gelo em dikarin wan hemû xewnên xwe yên azadîyê di wî zimanî de biçînin, li her bihosta axa xwe bireşînin ta ku rojekê bibe dara azadiyê!
Bi hêviya rojên xweştir!