Enqere
Di Kongreya Hak-Parê ya Enqereyê de Serokê berê yê Hak-Parê Kemal Burkay axiviye û hem berê xwe daye akademîsyenên ku xwestin dewlet zilmê li kurdan neke, hem berê xwe daye PKK'ê.
Li gor nûçeya CNN-Turkê kongre li avahiya Hak-Parê ya Enqereyê li dar ket. Di kongreyê de Burkay axiviye û wisa gotiye. "Hin ji bo HDP dibêjin 'tevgera siyasî ya kurd'. Herhal wisa li hesabê wan tê. Wisa tevgera siyasî a kurdan e çi dixwaze ne diyar e. Ji bo kurdan projeyek wê ya berbiçav nîn e."
Burkay gotiye ew gelê kurd wekî neyar nabînin, kurd û tirk dikarin li nav hev bi awayekî wekhev bijîn û dûre rexne li akademîsyenên ku daxuyanî dabûn û xwestibûn dewlet zilmê li kurdan neke. Burkay wisa gotiye: "Rewşenbîrên tirk tu demê helwest nîşan nedane. Yan pirsgirêka kurd ji nedîtî ve hatine, gotine tiştek wisa nîn e, yan jî dema qaşo piştgirî nîşan dane jî ji bo tevgerek şaş piştgirî nîşan dane. Ji bo PKK'ê... Tu çima piştgirî didî PKK'ê. PKK tevgerek şaş e. Ji serî de ew kurdan temsîl nake. Lê hê ji bo wê dibêjin 'Tevgera siyasî ya kurdan'. Helwesteke wisa ya rewşenbîr nabe. Ji bo vê yekê divê rewşenbîrên tirk helwesta xwe ber çavan re derbas bike. Daxuyaniyek dawî weşandin, dibêjin 'dewlet komkujiyê dike'. Lê nabêjin 'PKK çi dike. PKK'ê çima şer bir bajaran. Çima gelê kurd bi şerek wisa re rû bi rû hişt.'"