logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Omer Dilsoz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Şîpa çîrokên wenda

  • Dîrok: 01/12/2021
çîrokên waran hene, destanên dûvdirêj ku rîs bi rîs li rshê wê civakê dageryayî.. berê jê re digotin Hekarya; warê Aryenên dawîn, warê ku toxmê meriv xas lê maye û bi nefîlîman re an jî bi marmarînan re nebûye melez.. dengê nalînên Sînemê, gaziya Nêrîbêlî, jana Mominê jê diçe..
aryenên dawîn, demeke dirêj li dijî dirwend û dêwan di qontarên çiyayên bilind de li ber xwe dan û paşê destê “reptîlîanan” gihîşte wan jî û çîrokên wan ji hev bizdandin.
xasma.. di kortikên nepêşçav ên van çel û çiyayan de, van merivên ji toxmê Aryenên dawîn, ji xwe re rê û rêgeh ji stranan çêkiribûn. şikêre asteng diborandin û mînanî Nêrîbelî, “şevê li rêyan bi roj li çiyan” bûn. Rê û çiya bihost bi bihost li ber wan pan dibûn. Wan stranên xwe bi zagên çiyan ve diristin û di derbend û gêdûkan de digihandin hev. Çiya li ber çiya difikirîn û agirê şivanan jî ji wan re dibûn çira.  
Momin di paxila guldexwînan de şîn dibûn. Sînem, li rêyên dûr bi xencerên jengarî birînên xwe xwê dikirin; hindî xwê pê dikir jehr tê be, mîratê kew nedigirt, nedikewîya jana buxtanê.
Nêrîbel ligel se û bizinên kersyên xwe dîwan digirt. Jehr tê be “ava şoran, giyayê zûran” jê re mîna quzilqurtê bû, heta negihîşta “Gepera Bêzîvê” heram bû jê re jiyana li germistana xopan.
ew nêriyê çiya û bala bû. divê ji Şingara xopan ber toz û xepara hêştirên şêxên dreban rizgar bûbûya û li zom û zozanên Gûzereşê, li Gepera Bêzîvê li pêşpêşî Girê Berxan biçêrsya, çimkî tehma çi gsya temet tama mêxle û sêbelga kêrî û milkên van zozanan xweştir nebû, ji bilî ava ber keviyên belek ên pal û pesarên Gare û Geraşîn çu avê tîhniya wî nedişikand.         
Warekî heke çîrokên xwe yên xwemalî pêk anîbin, stran li ser her bihosta erda xwe rêstibin, ew war êdî ava ye. 
Hekarya, dêza dawîn bû ji aryenên dawîn re. Ew jî di wan stranan de man. Qismek jê li ber axînên Mominê ketin û li ser devê xencera du sê birayên xeşîm kete axê. Qismek jê bûn sêsed û sî û şeş beyt û li ser singa Sînemê bûn stêrk û li esmanê cawîdan man hilawîstî. Sînem stêr e esmanan wê li hindava dinyayê… Hindek jî bihost bihost di kortên kendalan de, bi roj li çiyan, bi şev di rêyan de bi Nêrîbel re kêrî bi kêrî li ronahîya rojê geriyan.
mixabin melezên ji marmarîn û nefîlîman her der vegirt. Her bihosta vê erdê talan kir. Şîpên çîrokan berze kirin, aşîpên stranan wêran kirin. Qet tu dengek nehiştin.   

Hin Nivîsen Nivîskar

Mirov, ji kîsê ‘hêviyên’ xwe diçe

  • 04 Sermawez 2016

Kaos, şûrê demokles… tirs, hûteke heftserî… hêvî, di bin zarê êjderhayê heftserî de… bazara mirovan; bazara xwîna erzan… waweyl, bi...

Sê ‘hestên’ kujinde

  • 20 Sibat 2017

Mirov, bi ‘kurmê xwe yê kujinde’ re dijî. Her roj, wî kurmî, bi hestên xwe bimijîne û bi aqilê xwe jî, pê re bigir-berdanê dilîze. Ev...

Bayê d’avînan

  • 17 Berfanbar 2017

Ger hê jî bikaribî bibî pelek kizrawî û xwe li ber bayê d’avînan bigirî û kulê rakî, kovanê dakî, keserê lêkî.. nexwe...

Hemû Nivîsen Omer Dilsoz

Omer Dilsoz kî ye?

Nivîskar Omer Dilsoz di sala 1978'an de li Colemêrgê gundê Gûzereşê hatiye dinê. Li Gûzereşê fêrî xwendin û nivîsînê bûye û dinyaya sêhrewî ya nivîsê deriyê xwe lê vekiriye. Dilsoz di salên xwendinê de li Colemêrgê dest bi nivîsîna kurdî kirîye û gelek nivîs û ceribînên wî di rojname û kovarên kurdî de hatine weşandin. Ew li Amedê kar û barên xwe yên nivîsînê didomîne û di heman demê de di Diyarnameyê de qunciknivîskari dike.
Pirtûkên wî:
- Hêviyên Birîndar / Weşanên Aram / Roman / 2003
- Bêhna Axê / Weşanên Berçem / Roman / 2005
- Bila Gotineke Min û Te Hebe / Weşanên Berçem / Helbest / 2007
- Neynika Dilî / Weşanên Aram / Roman / 2009
- Berbiska Zer / Weşanên Avesta / Roman / 2011
- Hevrazên Çiyan / Weşanên J&J / Roman / 2013
- Ez û Min / Weşanên J&J / Roman / 2015
- Kundê Dadger / WeşanênHîva / Fabl / 2016
- Gêjevang / Weşanên Lîs / Roman / 2018
- 4kotra 4çela / Weşanên Lîs / Roman / 2021
- Kanûnkuj / Peywend / Bîranîn / 2023
- Işik / Peywend / Novel/ 2023
- Morîbeşkê Êntel / Peywend / Şano/ 2023
- Şair Dibê / Peywend / Helbest/ 2023
- Siwar û Peyar / Peywend / Wan / Roman/ 2023
- Li Dû Bihuşta Berze / Peywend / Roman/ 2023
- Serpêhatiyên Mîro û Simore /Peywend / Roman/ 2023
- Dinyaya Me ya Germ/Dinyaya Wan ya Sar / Peywend/ Roman/ 2023

Youtube Me

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Weşana Radyoya Dengê Gel bi dawî bû

ad

'Li Welatê Zambakên Sipî' dîsa bû rojev

ad

8 sal şûn de dîsa vegeriyan ser eslê xwe!

ad

Senaryoya Kurosawa ya nebûbû fîlm niha dê bê kişandin

ad

W li ser 'Li ba jinan wêjeya kurdî'

ad

Gotûbêj û îmze ligel Bateyî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname