KOBANÊ
Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) a herêma Kobanê bi daxuyaniyekê êrîşa pêşmergeyên PDK'ê ya li dijî nûçegihanê Kurdsat TV Reid Umer li navçeya Zumar, şermezar kir.
YRA'yê li ser êrîşa Pêşmergeyên PDK'ê ya li dijî nûçegîhanê Kurdsat TV daxuayniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Hin çavkaniyên ji herêmên derdora navçeya Zumarê ku di bin destên pêşmergeyên PDK'ê de ne teqez kirin ku Pêşmergeyan êrîşî nûçegihanê Kurdsat TV ê bi navê Reid Umer kirine. Reid Umer hewl dida biçe wê herêmê û rewşa şer bişopîne. Li gor heman çavkaniyan, hêzên Pêşmerge li nûçegihanê Kurdsat xistine, kamere û alavên wî şikandine. Hêjayî gotinê ye ku hêzên PDK'ê nahêlin tu kanalên televîzyonê ji bilî yên bi wan ve girêdayî rewşên li wir bişopînin."
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Wekî Yekîtiya Ragihandina Azad-Kobanê em êrîşa li dijî nûçegihanê Kurdsat TV Reid Umer wekî êrîşeke li dijî rastiyê dibînin. Em vê êrîşê bi tundî şermezar dikin û piştgiriya xwe didin hevalên me yên kenala Kurdsat TV."
ANHA


