Diyarname
Nivîskara navdar Elif Şafak careke din zarokek anî din. Navê Emir Zahir li zarok kirin.
Nivîskara navdar Elif Şafak bi gerînendeyê giştî yê rojnameyê Referansê Eyup Can re zewicî ye. Berî du salan zarokek wan çêbûbû û navê Şehrazat Zelda lê kiribûn, niha birekî Şehrazatê çêbû û navê Emir Zahir lê kirin.
Şafak duh li nexweşxaneyeke taybet bi awayekî tenduristî zarokek 3,5 kîlo anî dinê.
Nivîskar Şafak piştî bûyîna keça xwe pirtûkek bi navê "Siyat Sut" li ser psîkolojiya bihemilbûnê nivîsandibû û pirtûk demek dirêj di nav pirtûkên ku herî zêde têne firotin de cih girtibû.