Diyarname
Li Almanyayê ji gelek bajarên kurdan kurd hene. BeÅŸek ji wan jî cizîrî ye. Zekî Ozmen li ser çûyîna kurdên Cizîrê ji bo Almanyayê dokumanterek amade kir.
Rojnameger û edîtorê Diyarnameyê Zekî Ozmen ku ew bi xwe ji Cizîrê ye ketiye dû çîroka gundiyên Cizîrê ya çûyîna Almanyayê. Ji bo vê yekê ji ÅŸahidên wê demê re hevdîtin çêkiriye û li ser dokumanterek amade kiriye.
Ozmen bi navê "Rêya ji Hoser heta Almanyayê" dokumantera xwe amade kir û qala çîroka “karkêrên mêvan“ ên kurd ên di salên 1970'yan de çûne Almanyayê dike.
Di sala 1961'ê de protokola çûna “karkerên mêvan“ ya Almanyayê di navbera hikumeta Almanya û ya Tirkiyeyê de tê îmzekirin. Ji Tirkiyeyê ji bajarên tirkan jî bajarên kurdan jî gelek kes berê xwe didin Almanyayê. Wê demê ji Cizîrê jî çar ciwanên ji Hoser a bi ser Cizîra Botan ve jî diçin Almanya û dest bi karê di fabrîqeyan kirin. Hacî Xelîlê Hacî Osman berî were Almanyayê muxtarê Hoserê bû ku serkêÅŸiya hatina gundiyên xwe ya Almanyayê dike. Hacî Xelîl di vê dokumenterê de behsa wan rojan dike û temaÅŸevanan jî bi xwe re dibe salên 1970an û tîne heta roja îro.
Kunye:
Nav: Rêya ji Hoser heta Almanyayê
Amedekar: Zekî Ozmen
Kamera: ReÅŸat Erdogan
Montaj: Zana Erdogan
Stûdyoya amadekirinê: Resatvideo
Veberhênan: Studio HZ
Fermo ew dokumanter: