Diyarname
Nivîskar H. Kovan Baqî ku li Îzmîrê li Mêrsînê dibe mêvanê Cafe'm Mêrsînê.
Cafe’M Mêrsîn ku demeke dest bi çalakiyên wekî şêwr û gotûbêj û guhdêranên li ser huner û wêjeya kurdî kiriye, vê carê jî H.Kovan Baqî dike mêvan.
H. Kovan Baqî yek ji nivîskarê ku van demên herî zêde di rewacê de ye; du jê çîrok û du jî roman nivîskarê çar pirtûkan e û romana wî ya nû Heteroglossîa hefteyek berê ji Weşanên Ronahî derket.
H.Kovan Baqî wê li ser “Zimanê zimên û Heteroglossîa” şêwra xwe bi kurdîhezên li Mêrsînê re bigerîne.
Gotûbêj wê 24'ê gulanê roja şemiyê, saet di 16:00'an de dest pê bike.
Cafe'M adres: Çankaya mah. 4711 sokak. No: 3/2 Akdeniz Mersin