NAVENDA NÛÇEYAN
Piştî li Wanê û navçeyên wê erdhej pêk hat alikariya gel a ji bo mexdûrên erdhejê berdewam dike. Konê BDP'ê yê ji bo alîkariyê li navçeya Kaxizmanê ava kir, hate desteserkirin.
KAXIZMAN
Şaredariya Kaxizmanê li gel rêxistina BDP'ê ya navçeyê li 2 cihên cuda konên alîkariyê veda. Piştî BDP'ê û şaredariyê kon vedan welatiyan û esnafan alîkarî dan û erzaq û alavên alîkariyê li konan hatin komkirin. Lê li ser fermana Qeymeqamê Kaxizmanê kon ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin. Kon birin Midûriyeta Polîsan a Kaxizmanê.
ŞIRNEX
Rêxistina BDP'ê ya Şirnexê jî li gel şaredariyên herêmê û rêveberiyên bajar û navçeyan serefber bû. Şaredarî, rêxistinên BDP'ê û welatî ji duh êvarî heta niha erzaq, betanî, sobe û gelek pêdiviyên welatiyên erdhejê komkirin û şandin Wanê. Rêxistin û şaredariyên Hezex, Sîlopî, Cizîr, Qilaban û Elkê jî alîkariyê didomînin.
SÊRT
Şaredariya Sêrtê jî piştî maseya alîkariyê ava kir, alîkariya welatiyan a ji bo mexdûrên erdheja Wanê didome. Piştî mase hate avakirin û bang hate kirin, welatî ji malên xwe batanî, erzaq, cil, pêlav, sobe û gelek amûrên din dibin teslîmî komîsyonê dikin. Heta niha 2000 battanî 50 sobe, 3 ton zeqîre û gelek amûren din hate komkirin. Hate zanîn ku girtiyên girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê jî di nava xwe de alîkarî kom kirine.
PIRSÛS
Şaredariya Pirsûsê jî di çarçovela alîkariyê de kampanya da destpêkirin. Wekîla Şaredara Pirsûsê Hulya Demir, diyar kir ku dê alîkariya kom kirine bi komyanê bişînin Wanê.
QOSER
Şaredariya Qoserê jî di çarçoveya alikariyê de 246 battanî, 200 kilo peksimet, 240 koli helva, 280 kolî reçel, 240 masiyê ton, 100, nan, 240 kutî zeytûn, 50 kolî av, konê ji bo 300 kesan kom kir û şandin Wanê. Her wiha alîkariya ku ji serê sibê heta niha hate komkirin, 3 kamyon û 2 tir şandin Wanê.
LÎCE
Şaredariya Wanê jî 3 kamyonên alîkariyê Şandin Wanê. Komkirina alikariyê dimome.
FARQÎN
Şaredariya Farqînê jî li gel saziyên sivîl ên civakî û keyayan maseya kirîzê ava kir û alîkariyê kom dike. Heta hina 2 kamyon, 2 pîkap malzemeyên xwarin, vexwarin, çadir û cilan kom kir û şandin Wanê.
REZAN
Şaredariya Rezan jî alîkari kom kir û bi kamyonan şandin Wanê. Piştî barê 2 kamyonan malzeme hate komkirin, 2 kamyon ber bi Wanê ve bi rê ketin.
BISMÎL
Şaredariya Bismîlê ya Amedê ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê xebatên xwe didomîne. Heta niha ji navçeyê bi 2 TIR û 2 kamyonan xwarin, vexwarin, cil û malzemeyên jiyanê hatiye şandin. Hate gotin ku heka heta êvarê alîkarî bê komkirin dê 10 TIR malzemeyên jiyanê bişînin Wanê.
COLEMÊRG
Li Geverê bi kampanyaya ku hatiye destpêkirin 6 hezar û 100 betanî û gelek malzemeyên jiyanê hatiye komkirin. Malzemeyên ku hatine komkirin teslîmî maseya krîzê ya li Şaredariya Geverê hatiye avakirin kirin. Cîgirê Şaredarê Geverê Husnu Beşer der barê alîkariyê de wiha got: "Gelê Geverê duh û îro seferberî da destpêkirin. Îro heta êvarê gelê me alîkarî kom kiriye û teslîmî komîsyona me kirine. Ji bilî malzemeyên ku hatine alîkariya pere jî hatiye kirin. Malzemeyên ku hatine topkirin bi 2 kamyon û 5 mînîbusan me şand Wanê."
MÊRSÎN
Şaredariya Akdenîzê ya ji bo mexdûrên erdhejê maseya krîzê ava kiri. Ji bo mexdûrên erdhejê li 3 navendên cuda dê malzeme bên komkirin. Şaredarê Akdenîzê Fazil Turk banga bihistiyariyê ji bo welatiyên ku di erdhejê de mexdûr bûne kir.
Ji ANF'ê hatiye girtin
***
Nûçeyên eleqedar:
- Ji Wan û Erdîşê notên rojekê (24.10.2011)
- 13 rojnameyan ev wêne weşand
- ÇGD: Dawî li nijadperestiyê bînin
- Yuzde Yuz Futbol ji bo Wanê kurt dom kir
- Çapemeniya tirk û erdheja Wanê
- Li ser erdheja Wanê agahiyên nû
- Şaredariyên BDP'ê ji bo Wanê seferber bûn
- Saet 19.00: Li Wanê hejmara miriyan zêde dibe
- Şaredarê Erdîşê: Em bi lezgînî li benda alîkariyê ne
- Dîroka erdhejên ku li Wanê pêk hatine
- Saet 16.00: Agahiyên dawî li ser erdhejê
- Saet 15.00: Li Wanê 50 birîndar hene
- Saet: 13.61, li Wanê erdhej çêbû