Nivîskarê kurd ê ji rojavayê Kurdistanê Arşevê Oskan ku bavê 3 zarokan bû xatir xwest.
Oskan roja 25.11.2012'yan ji ber nexweşiya qansêrê li Hamburga ALmanyayê jiyana xwe ji dest da.
Arşevê Oskan di sala 1967’an de Birkinêse ya girêdayî Dirbesiyê hatibû dinê. Rojnameger, helbestvan û nivîskar Arşevê Oskan ji ber zordariyên dewleta Sûriyê hatibû Ewropayê û li Almanyayê dijiya.
Ew bavê sê zarokan bû.
Heta niha ev pirtûkên Oskan hatibûn weşandin:
- Hêviyên Birîndar / Helebst /1995
- Kê Gul Çinî? / Helbest/ 1999
- Berbang Qedexe ye / Helbest / 2001
- Xewnistan / Helbest/ Weşanên Do / 2010
- Keştiya Penaberan / Roman / Weşanên Do / 2010
- Awazên Evînê/ Helbest / 2012
***
Nûçe û nivîsên eleqedar:
- Doyê du pirtûkên Arşevê Oskan weşandin
- Penaberên li ser çemê Elbeyê
- Arşevê Oskan: Ziman, giyan û kurdperwerî
-