Diyarname
Heyeta Vatîkanê ku ji sê kesan pêk dihat çû Qamişloyê û hin hevdîtin pêk anî.
Heyet ji nûnerên Vatîkan ya ku ji Berdevka Rahibên El-Fernînsîskan a El-Meryemîyat Tîrêz Ilyas Kenakirî (Sûriyeyî), Nadya Emîn Xalî (Misrî) û Marî Hebîb Kîroz (Lubnanî) pêk dihat. Heyet çû serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Ligel heyetê Berdevkê Meclisa Dêrên Xiristiyanan li Helebê û Endamê Meclisa Ol û Baweriyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Armîn Mardo û Nûnerê Meclisa Olan a Xiristiyanan li Reqayê Kirakyos Qilayîcyan jî hebûn.
Hat gotin ku armanca hatina heyetê naskirina sîstema Rêveberiya Xweser a Demokratîk, makanîzmeya xebatê û avakirina têkiliyan bû.
Hevserokên Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed û Fener Giêt, her du cîgirên wan Gulîstan Elî û Robêl Beho pêşwazî li heyetê kirin.


