Diyarname
Ligel cejna kurdan Newrozê 4 tiştên din jî li Lîsteya Mîrateya Çandê ya UNESCO'yê hatin zêdekirin.
UNESCO ji bo parastina mîrateyên kevnare her lîsteya xwe ya Mîrateya Çandê nû dike. Welat û saziyên sivîl dema bawer dikin ku ew tiştek kevnare ye, hêjaye di nav lîsteyê de cih bigire serî li UNESCO'yê didin û UNESCO jî di encama nirxandina de biryarê dide. UNESCO'yê di 30'ê sermaweza 2016'an de lîste nû kir û 5 tiştên nû girtin nava lîsteyê.
NEWROZ
Newroz bi hezaran salan e ji aliyê kurdan, îraniyan û hin gelên li Rojhilata Navîn ve tê pîrozkirin. Kurd wekî cejna vejînê pîroz dikin. Niha UNESCO'yê Newroz wekî çandek kevnare girt nav Lîsteya Mîrateya Çandê.
SALNAMEYA ÇÎNÊ
Li Çînê salnameyek taybet heye. Ev salname li gor rewşa rojê 365 rojan li 24 beşan vediqetîne. Ev salnameya Çînê ket nava lîsteya UNESCO'yê. Ev salnameya ku dîroka wê heta Berî Zayînê 206 salan diçe, li Çînê hê rojên cejnan li gor vê tê hesabkirin.
BÎRA
Li Belçîkayê bîra navdar e, ew wekî çandek tê çêkirin, vexwarin. Bîraya Belçîkayê û çanda bîrayê êdî di nav lîsteyê de ye. Li vê welatê biçûk nêzî 200 hilberînerên bîrayê hene; bi temamî 1500 cureyên bîrayê hene. Niha ew jî wekî çandek ket nava lîsteyê.
FESTÎVAL
Wekî Newrozê li Bangladeşê jî çandek, yan jî cejnek heye ku her tê pîrozkirin. Navê wê jî "Festîvala Mangal Shobhajatra" ye û bi awayekî kevneşopî tê pîrozkirin. UNESCO'yê ev festîval jî girt nav lîsteyê.
MUZÎKA RÎMBA Û DANSA WÊ
Muzîka Rîmba û Dansa wê ku taybet aîdê Kubayê ye, taybet e.
Ev dansek ku dansek zehmet e wekî kokê xwe dansek Afrîkayê ye. UNESCO'yê ev jî girt nav lîsteyê.


