Diyarname
"Adarok" navê pirtûka Mehmet Nuri taniş e ku ji bo zarokan hatiye nivîsandin. Pirtûk ji Weşanên Sîn derket. Wêneyên di pirtûkê de jî Bilal Karagoz xêzkirine.
Adarok navê lehenga çîrokê, navê keçikek şîrîn a biçûk e. Di heman demê de Adarok şahiya hefteyek berî Newrozê ye. Keçika biçûk ji bo şahiya Adarokê xwe amade dike. Çîrok li dor keçikê, çivîka birîndar, diya wê û karakterên din derbas dibe.
Pirtûk wekî çîrokek dirêj ji aliyê Mehmet Nuri Taniş ve hatiye nivîsandin, Bilal Karagoz jî wêneyên têde çêkirine. Pirtûka ji bo zarokan rengîn e û ji 80 rûpelî pêk tê.
Mehmet Nuri Taniş kî ye?
Mehmet Nurî Taniş sala 1975'ê li Diha Sêrtê hatiye dinê. Di sala 1999'an de li Stenbolê hatiye girtin û cezayê muebetê lê birîne. Ew niha li Zindana Tîpa T ya Hejmar 2'yan a Kayseriya Tirkiyeyê tê girtin.
- Adarok / Mehmet Nuri Taniş / Weşanên Sîn / Çîrok / 2024 / 80 rûpel


