QAMIŞLO
Hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah, destnîşan kir ku projeya wan a ji bo rêveberiya demî ya rojavayê Kurdistanê ji aliyê gelek derdoran ve bi erênî hatiye pêşwazîkirin û got ku ew di vê xebatê de derbasî asta duyemîn bûne.
Hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah li avahiya partiya xwe ya li Qamişlo civînek çapemeniyê lidar xist û derbarê mijarê agahî dan. Di civîna ku gelek rojnamegeran şopand de Hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah der barê xebat û hevdîtinên xwe yên ku heta niha meşandine de rojnameger agahdar kirin.
Ebdullah diyar kir ku wan projeya xwe pêşkêşî gelek derdoran kiriye û bi erênî hatiye pêşwazîkirin. Asya Ebdullah, got ku wan di vê çarçoveyê de bi partiyên siyasî, rêxistinên jin û ciwanan, saziyên civakî yên ji hemû neteweyên wekî kurd, ereb, suryanî, asurî, ermenî û kesayetên serbixwe re hevdîtin pêk anîne. Asya Ebdullah anî ziman ku di van hevdîtinan de hemû aliyan bi erênî nêzî projeya wan a rêveberiya demî bûne.
Asya Ebdullah destnîşan kir ku piştî van hevdîtinan ew derbasî asta duyemîn a xebata rêveberiya demî bûne û wiha dom kir: “Em ê ji niha û pê de bi hemû aliyên ku bi erênî nêzî vê projeyê bûne re civînan çêbikin û li ser pêşnûmaya rêveberiya demî nîqaşan bimeşînin. Di encama van nîqaşan de wê şeklê dawî yê vê pêşnûmayê bê çêkirin.”
Piştî Asya Ebdullah Endama Meclisa PYD’ê Beşîra Derwîş jî daxuyaniya ku derbarê xebatên merheleya duyemîn de hatiye amadekirin xwend. Beşîra Derwîş got ku di wê merhaleya duyemîn de wê ji bo çêkirina zagonan meclisek bê avakirin, ev meclis jî wê rêveberiyek demî ya herêmî ava bike.
Derwîş anî ziman ku ev du salin wekî PYD û Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê bi riya komîteyên siyasî, ewlehî, aborî, çandî û civakî herêmê bi rê ve dibin û got: "Îdareya ku ew dixwazin çêbikin, wê hemû beşên civakê yên Rojava bigire nava xwe û hemû reng û deng tê de hebin."
Beşîra Derwîş diyar kir ku wekî hinek alî îdîa dikin ev projeyek perçekirinê nîn e û ji bo dewletên cîran tu tehdîtan çênake, berevajî wê ev proje wê rê li ber SÛriyeyek demokrat û hevbeş veke.
Projeya ku ji partî û saziyan re hatiye pêşkêş kirin û wê di asta duyemîn de li ser nîqaş bêne meşandin, her wiha tê armanckirin ku lihevhatinek çêbibe, wiha ye:
1- Ji bo çêkirina hevpeymana civakî wê heyetek demborî bê avakirin. Ev heyet wê ji hemû partî û aliyên ku projeyê erê dikin pêk were.
2- Her aliyek wê 5 endaman ji bo heyeta demborî diyar bike.
3- Ev heyet piştî ku proje hate îmzekirin, wê di nava 40 rojan de rêveberiya herêmê ya demî ava bike.
4- Heyet wê dibin çavdêriya saziyên Kurdistanî û navnetewî yên pispor de qanûna hilbijartinên demokratîk çêbike.
5- Rêveberiya herêmî ya demî, ji bo birêvebirina karên siyasî, aborî, leşkerî, civakî û çandî wê saziyan ava bike.
6- Berpirsyariya hêzên leşkerî û ewlehiyê ew e ku rojavayê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên wir biparêzin. Ev sazî girêdayî partiyan nîn in û netewî ne. Girêdayî rêveberiya herêmî ne.
7- Piştî ku proje ji aliyê hemû aliyan ve hate îmzekirin, wê di nava 6 mehan de hilbijartinên demokratîk çêbibin. Ev hilbijartin ji bo çavdêriya hemû saziyên navnetewî wê vekirî bin.
8 – Meclisa ku dê di hilbijartinan de bê avakirin (parlamento) temsîla hemû pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê dike.
9 – Parlamentoya rojavayê Kurdistanê wê destûrek bingehîn a demokratîk ku hemû mafan diparêze û biratiya gelan esas digire, amade bike.
Ji ANHA'yê hatiye girtin