Diyarname
8 tîmên di Lîga Şampiyonan de di komên xwe de bûne sêyemîn û 8 tîmên di Lîga Ewropayê de ji bo Dora 16'an a Lîga Ewropayê dê maçên play-offê bilîzin.
Ji bo van pişke hat kişandin û reqîb diyar bûn. Maçên yekemîn roja 15'ê reşemiya 2024'an, maçên duyemîn roja 22'yê reşemiyê wê bêne lîstin û tîmên bi ser bikevin dê derbasî Dora 16'an a Lîga Ewropayê bibin.
Di maçên koman ên Lîga Ewropayê de tîmên bûbûn yekemîn raste rast derbasî Dora 16'an bûn û yên ku bûne duyemîn ligel tîmên ku ji Lîga Şampiyonan hatin play-offê dilîzin.
Va ye encama pişkeyê û tîmên bûn reqîbên hev:
- Shakhtar Donetsk (Ukrayna) - Olimpik Marsilya (Fransa)
- Feyenoord (Hollanda) - Roma (Îtalya)
- Benfica (Portekîz) - Toulouse (Fransa)
- Braga (Portekîz) - Karabax (Azerbaycan)
- Lens (Fransa) - Freiburg (Almanya)
- Mîlan (Îtalya) - Rennes (Fransa)
- Young Boys (Swîsre) - Sporting Lizbon (Portekîz)
- Galatasaray (Tirkiye)- Sparta Prag (Çekya)