Hevpeyvîn: Cemil Oguz
Enqere jî têde li Anatoliya Navîn zêde saziyên kurdan ên çalak nîn in. Di vî warî de valahiyeke heye. Komeleya Kurd-Der a Enqereyê dike ku vê valahiyê dagire. Komele ku li ser ziman dixebite herî dawî ji bo Roja Zimanê Zikmakî li Enqenreyê sempozyûmeke bi navê "Sempozyûma Modelên Perwerdehiya Pirzimanî"* li dar xist û gelek eleqe dît. Me jî li ser xebat û armancên Kurd-Derê bi Serokê Kurd-Derê Ahmet Aday re hevpeyvînek kir.
Em dizanin Kurd-Dera Enqereyê di sala 2004'an de vebû. Niha çend endamên we hene?
Niha 110 endamên me hene. Em li ser perwerdehiya kurdî xebatan dimeşînin. Ji bilî vê em xebatên rojane dimeşînin. Em di rojên taybet de wekî 21'ê Reşemiyê, 15'ê Gulanê, di nav xebatên TZPKurdî de jî em xebatên xwe didomînin.
Bi qasî min bihîst qursên we yên kurdî hene. Qurs çawa diçin, çend şagirt hene?
Belê qursên me hene. Di dema betlaneya zanîngeha de me jî navber dabû qursan, di vê reşemiyê de me dîsa dest pê kir. Li dor 250- 300 xwendekarên me hene. Gelek kes tên û diçin. Ji ber yê tên wekî karê xwe yê roja nabînin, jêre dem venaqetînin tên, lê carinan dev jê ber didin. Carinan deh rojan, carinan mehek nayên. Lê bi giştî salê dor 500 kesî qeyda xwe dikin. Niha dor 300 kesî qursa xwe didomînin.
Profîla xwendekaran çawa ye? Temenê wan li dor çiqasî ye?
Piranî xwendekarên zanîngehan in, ciwan in. Lê gelek kesên temen mezin jî hene. Piranî xort in. Jixwe daxwaziya me jî ew e. Daxwaza me beşdariya xortan e. Sedî 90 xwendekar in.
Em dibêjin divê kurdî bikeve nav jiyanê. Divê kurd li mala xwe, li kar kurdî bixivin. Di vî warî de têkiliya Kurd-Derê bi kesên ji rêzê re çi ye? Bi kurdên Enqereyê re têkiliya we çawa ye?
Kurdên Enqereyê hinek rewşa wan cihê ye. Kurdên Anatoliya navîn yên ku berî 300 - 400 salî ji Kurdistanê koç kirine hatine Enqereyê wekî Haymana, Polatli, hinek li nava Enqereyê ne, li Konyayê-Cihanbeylî hene. Û kurdên vê dema dawî ji Kurdistanê koç kirine hatine hene. Û kurdên burokrat, kurdên parlementer hene. Yanê Enqere hinekî tevlihev e. Têkiliya me û hemû kurdan jixwe tune, lê têkiliya me û her beşa civakî heye. Yanê têkiliya me û siyasetmedaran jî hene, têkiliyên me û kurdên Anatoliya Navîn jî hene. Bi kurdên dema dawî ji Kurdistanê koç bûne re jî têkilî me heye.
Têkiliyên we û kurdên Anatoliya Navîn di çi astî de ye? Hûn çi dikin?
Em dixwazin li ser kurdên Anatoliyê xebatê bimeşînin. Ev salek e me dest bi xebatan kiriye. Roja 20'ê Reşemiyê, kurdên Anatoliya Navîn jî Roja 21'ê Reşemiyê Roja Zimanê Zikmakî pîroz kirin. Panelek saz kirin, me alîkariya wan kir. Ez bawerim ew dixwazin komeleyekê jî saz bikin, emê alîkariya wan bikin. Emê pêşengî bikin. Bi kurdên vê dema dawî ji Kurdistanê hatine hinek din têkiliya me rehetir e. Zimanê me yê herêmkî, devokên me dişibin hev, ew tên û diçin. Jixwe bi partiyên siyasî re jî têkiliyên me hene.
Rola Kurd-Derê li Enqereyê çi ye? Hûn rolek çawa lê bar dikin?
Bi rastî em li Enqereyê navnîşanek in. Yanê li Enqereyê cihek bi kurdî biaxive, bi kurdî qursan bide, bi kurdî sempozyûman pêk bîne, bi kurdî xebatê bike, pirtûkên kurdî li cem xwe peyda bike, cihê mirov tên diçin ev der e... Ev der wisa bûye mala kurdan. Ji bo vê ez bawerim kurdên Enqereyê gelek sûde ji komeleyê digirin û kurd jî alîkariya me dikin.
**
Ahmet Aday kî ye?
Ahmet Aday, di sala 1955'an de li gundê Bafê yê Hezexa Şirnexê hatiye dinê. Ji Enstîtuya Perwerdehiyê ya Stenbolê ya Ataturk mezûn bûye, dûre mamostetî kiriye. Di dema Derbeya 12'yê Rezberê de ji kar hatiye avêtin. Dûre dîsa vegeriyaye ser karê xwe û niha jî malnişîn e. Aday ku di nav siyasetê de jî cih girtiye, ev du sal in Serokatiya Komeleya Kurd-Dera Enqereyê dike.
***
Nûçeyên eleqedar:
- Divê gotina 'Ciwan hêzên parastina zimanin' bikeve jiyanê
*'Perwerdehiyeke pirzimanî mimkûn e'
- KURD-DER'ê kongreya xwe li dar xist