Diyarname
Komîsyona Lihevkirinê ya Zagona Bingehîn ku heta niha ji bo pêşniyarên wan bigire guh dabû gelek kes û derdorî vê carê şaredarên BDP'yî dike mêvanên xwe.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemir, Şaredarê Wanê Bekir Kaya, Şaredara Baglara Amedê Yuksel Baran û Şaredara Nisêbîna Mêrdînê Ayşe Gokhan dê roja 27'ê mehê di civîna bi Komîsyonê re de bixaivin.
Baydemir ku Serokê GABB'ê (Yekîtiya Şaredariyên Başûrê Anatoliyê) kurtedemek berê li ser GABB'ê pêşniyarên ji bo zagona nû eşkere kiribû û di wir de xweserî, perwerdehiya bi zimanê zikmakî xwestibû.


