Felaketeke din li Baþûr!
NECÎBE QEREDAXÎ
Van demên dawî li Baþûrê Kurdistanê di rojevê de bilezkirina nîqaþa li ser arizîkirina beþên xizmetguzariyê tê kirin, ji perwerdeyê heta tenduristiyê, ji elektirîkê heta avê. Tê pilankirin ku her tiþt bê arizîkirin û wan bidin sermayedar û bazirganan da ku bi rê ve bibin da ku niha beþeke di destê hin siyasetmedarên bazirgan û sermayedar de mezintir bibe. Belê siyasetmedar, jixwe partiyên siyasî wekî þîrketeke bazirganî di sektorên petrol, medya, þirketên anîna malên biyanî de heta dawî dest danîne ser qûtê gel, lê niha dixwazin bi tevahî van xizmetguzariyên ku têkiliya wan bi civakê re heye, arizî bikin. Îsal Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê N. Barzanî got; "Em ê saziya sermayegûzarî ya PDK´ê, bi rêxistin bikin, bi pêþ bixin, hatin û sermayeya wê bikin". Ev tu þik û gumanê nahêle di wê yekê de ku partiyên siyasî çi qasî bûne bazirgan û sermayedar.
Nîqaþa li ser mijara arizîkirina sektorên giþtî, ne mijark e ku di ser re mirov derbas bibe û ji rêzê bibîne. Ev mijar bi baweriya min ji êrîþên DAIÞ'ê bi tehlûketir e. Xetera vê mijarê ew e ku qûtê gel rasterast bikeve destê sermayedaran û ya ku heta niha partiyên siyasî yên desthiladar kirî wê êdî were rawakirin û jê wêdetir jî zêdetir ji rewþa heyî xizanî, birçîbûn û bêkariyê wê bi xwe re bîne. Di dema van nîqaþan de Baþûr di bin deynekî mezin yê Fonda Diravên Navneteweyî IMF´yê de ye, ya herî komîk jî partiyên Îslamî yên Baþûrê Kurdistanê nîqaþa gelo ev deyn helal e yan heram e? Û di dawiyê de bi erêkirina wê deng dabûn. Piraniya dewlemendên Baþûr yan ji partiyên siyasî ne yan jî têkiliya wan ya pir xurt bi partiyên siyasî re heye heta astekê ku beþek ji wan qaþo sermayedaran pereyên siyasetmedaran sipî dikin. Çend bûyerên skandal jî di wî warî de eþkerebûn hem navxwe hem ji derveyên welat.
Jixwe demeke dirêj e ku bi destwerdana derve û bi gavên pratîkî ji aliyê siyasî, çandî, medyayê ve zemîna van rojan dihat amadekirin. Zêhniyeta siyasî ya Partiyên desthilatdar bi tevahî li gorî vê projeya sermayedariya nevneteweyî ye. Her tiþta gel pêþkêþî bazara navneteweyî kirine. Medyaya Baþûr, nexasim medyaya partiyên desthiladar bi roleke gelekî neerênî di vî warî de rabû û radibe.
Hilbijartina qaþo “Þahciwana Kurdistanê” di ekranên TV´yê de û xerckirina pereyekî xeyalî, çi eleqeya xwe bi pêdiviyên civakê re heye? Timî bombabarankirina civakê bi reklamên bazirganiyê, hemû þaneyên civakê hilweþandine û bi sedan nexweþiyên civakî di malbat û nava ferdên civakê de belav kiriye. Ji sedî 95'ê zêdetirê berhemên di bazara Baþûr de, berhemên biyanî ne, pirraniya wan jî ne pêdiviyên sereke yên civakê ne. Gund hatine wêran kirin û bajar tijî mirovên bêkar in. Berxwurî “kirîna tiþtên ne pêdiviyên sereke” bûye gir û adeteke rojaneyî di nava beþêkê ji civakê de. Beþa din nanê rojane nikare peyde bike. Ev tablo ji wî tirajîktir e ku ez karibim di vê nivîsê de cih bidimê.
Birêz Ocalan dibêjê "Bi mûmê li exlaqî bigerî jî di sermayedariyê de tu nabînî". Exlaq bi wataya dîtina pêdiviyên civakê û siyaset jî ji bo pêkanîna van pêdiviyan, lê wer xuya dike ku bi van nîqaþên vê dawiyê li Baþûr wê zêdetir exlaq û siyaset ji rê bên derxistin û exlaqê kolêktîf yê civakê bê hilweþandin.
Arizîkirina sektorên giþtî di demêkê de ku nerazîbûna civakê her roj zêde dibe, ji bo daxistina vê narazîbûnê ye, ji bo bi cihkirina sîstema sermayedariyê ku ev 25 sal in hîna nebûye sîstem, hîna jî di nava civakê de bertek ji bo bicihkirina vê sîstemê heye.
Arizîkirina sektorên giþtî tê wataya ku kî pereyê wî hebe dikarê di sîstemê de cih bigire û bijî, pereyê kê nebin jî li derveyî sîstemê bîmîne û bimire. Ev ne nîqaþ e, ev biryara partiyên desthiladar e, heta nîqaþ kirine û ji vê þûn ve jî wê pêk bînin.
Bêguman em ji bîr nakin ku hêzên navneteweyî û yên herêmê hem wekî amûr û hem wekî ecama sîstemên despot, DAIÞ wekî piyonekê avêtin meydanê, ji bo dîzaynkirina herêmê li gorî berjewendiyên sîstema sermayedariyê. Êrîþ û armanca ambargoya li ser Rojavayê Kurdistanê û darbeya AKP´ê û helwêsta Eutelsat ya Fransa li hemberî medya kurd û azadîxwazan ji bo bicihkirina vê sîstema sermayeyê ya hov û mirovxur ku AKP, hin hêzên navneteweyî û hin hêzên kurd jî di vê xalê de digihîjin hev.
Eger tevgerên civakî, alternatîf û þoreþger bi lez hereket nekin, wê piþtî operasyona Mûsilê ku zêdetir operasyoneke siyasî û aborî ye, felaketên civakî wê bi xwe re bîne û di serî de bandorê li gelê Baþûrê Kurdistanê bike û bibe deriyekî vekirina vê sîstemê.
necibeqeredaxi@gmail.com
11.10.2016, Yenî Ozgur Polîtîka