Diyarname
Pirtûke nû ya helbestan bi navê "Êşa Genim" ji Weşanên NA'yê derket.
Pirtûka Ramazan Kavak nû derket. Di pirtûkê de gelek helbest hene. Berfo Barî ku ji bo pirtûkê pêşekek nivîsiye ku ev pêşek naveroka pirtûkê jî nîşanî xwendevan dide. Berfo Barî pêşî cih daye çîroka masî, pisîkmasî û paşê wisa gotiye: "Îja helbestvan bi helbesta xwe civakê gez dike û wê di diqdiqîne ji bo sax û şiyar pêşve here. Ramazan Kavak di pirtûka xwe ya duyemîn de jÎ hem wekî pisîkmasî me gez dike û hem jî hêmayên newayan çêdike û kêliyên jiyanê di kerrika guhên me de vedibêje."
Ramazan Kavak du di sala 1985'an de li gundekî Kercewsêh atiye dinê li Zanîngeha Abant Îzzet Baysalê beşa mamostetiya seretayî, li zanîngeha Anadoluyê jî beşa sosyolojî û fotografê xelas kiriye. Par dîsa ji NA'yê pirtûka wî ya helbestan "Şiverêk" derketibû û niha ev duyemîn pirtûka wî ya helbestan e.
Vaye helbestek ji pirtûkê:
Kadiz
Piştî ku roj radize
Bi kêmrona heyvê
û leylana şevê,
doxîna asîman sist dibe
pişt re xirecira stêrkên axûzî dest pê dike
delal, li kadiza nazenîn şev dîrêje
ji guhanên gelawêja şilfîtazî
avjîn diherike
behram ji zayînê ve keregêj e
ji nû ve balix dibin gerduniyên xesandî
û heya berbanga sibehê
nalenal ji barîgeh tê...
- Êşa Genim / Ramazan Kavak / Helbest / Weşanên Na / 57 rûpel