Diyarname
Wezareta Perwerdehiya Neteweyî (MEB) ya Tirkiyeyê îsal di warên cur bi cur de kontenjana 20 hezar mamosteyî vekiriye, lê di nav van de tenê 3 kontenjan ji bo kurdî veqetandiye.
Êvara 8’ê mehê li twitterê bi navê “#Kurdceye200EkAtama” tagek hate vekirin. Di tagê de hat xwestin ku ne 3 kontenjan, 200 kontenjanên din ji bo kurdî bêne terxankirin. Bi sedan kes beşdarî tagê bû û bi hezaran twit hatin vekirin. Heta ev nûçe hat vekirin jî hejmara belavkirina twitan û piştgiriya ji bo tagê dom dikir.
Nûçeya Eleqedar:
- Wezaretê tenê 3 kontenjan ji bo kurdî veqetandin


