Diyarname
Dîwana Edaletê ya Ewropayê ku dadgeha herî bilind a Yekîtiya Ewropayê (YE) ye got: Hin klûbên fûtbolê yên Spanyayê derqanûnî ji dewletê alîkarî girtine.
Dadgeha ku navenda wê li Luksemburgê ye got ku tîmên Spanyayê Barcelona, Real Madrid, Athletic Bilbao û Osasuna di salên borî de ji bacê muaf bûne ku ev pergal ne zagonî ye û divê baca ku nehatiye dayîn bê dayîn.
Tîmên navborî ji ber salên têne qalkirin dê bi mîlyon Euroyan bacê bi bidin.
Tîmên navborî salên dirêj wekî saziyên ku ne ji bo karkirina pereyan dixebitin hatibûn nîşandayîn û dor sedî 25 bac didan lê tîmên din sedî 30 didan.
Komîsyona YE'yê di sala 2016'an de diyar kiribû ku hin klûbên fûtbolê yên Spanyayê ji bacê muaf in û ev pergal ne li gor rêgeza piştgiriyê ya saziyên raya giştî ye.