Diyarname
Welat hêdî hêdî fîlmê ku dê ji bo pêşberendamtiya Oscarê bişînin diyar dikin. Niha Fransayê berendamê xwe eşkere kir: "Titane"
Fîlmê derhêner Julia Ducournau yê bi navê "Titane" îsal di Festîvala Fîlman a Cannesê de Xelata Fîlmê Herî SErketî Palmiyeya Zêrîn bi dest xistibû. Fransayê ev fîlm ji bo pêşberendamtiya Xelata Fîlmê Herî Serketî yê Navneteweyî ya Oscarê eşkere kir.
Lijneya Hilbijêr a Fîlmên Berendam a ji bo Oscarê sê fîlm diyar kiribûn. Di nav van de Ji bilî "Titane", fîlmê Audrey Diwan ê bi navê "L'Evenement" hebû ku vî fîlmî li Venedîkê Xelata Hirça Zêrîn girtibû. Her wiha fîmê Cedric Jiminez ê bi navê "Bac Nord" jî di nav lîsteyê debû. Lijneyê "Titane" hilbijart.
Derhênera fîlm Julia Ducournau bûbû derhênera duyemîn a jin ku li Cannesê Xelata Palmiyeya Zêrîn digire.
Fîlm li ser çîroka jinek ku dema hê zarok bû qezaya trafîkê derbas dike û plakeya tîtanyum didin serê wê. Vê rolê lîstikvan Agathe Rouselle dilîze. Her wiha çîroka bavek ku piştî 10 salên windabûnê kurê xwe diBîne jî di navenda fîlmî d eye.
"Titane" ku îsal di meha tîrmehê de li Fransayê ket vÎzyonê ji aliyê 300 hezar kesî ve hat temaşekirin.
Sala pêşiya me 94'emîn car Xelatên Oscarê dê bêne belavkirin. Her welat ji bo beşa Pêşbaziya Navneteweyî fîlmekî dişîne Akademiyê. Akademî pêşî lîsteya dirêj, dûre lîsteya kurt û herî dawî jî ji nav wan 5 fîlma wekî berendamên teqez hildibijêre.


