Diyarname
Ji nav cihên dîrokî yên kurdan du cihên din ketin nava lîsteya UNESCO'yê: Hewraman û Melîd.
44'emîn Civîna Komîteya Mîrateya Dinyayê roja 26'ê vê mehê dest p0ê kir û 28'ê mehê dê bi dawî bibe. Di vê civînê de hin cihên dîrokî girtin nav lîsteyê ku didu jê cihên kurdan in.
HEWRAMAN
Li rojhilatê Kurdistanê herêma Hewraman bi mîmariya xwe cihek gelek xweşik e û balkêş e. Ev cîhê dîrokî ya kurdan niha kete nava Listeya Mîrateya Çandî ya Dinyayê ya UNESCO'yê. UNESCO'yê ev cihê bi avahîsaziya xwe jî balkêş li ser navê Îranê xist nav lîsteya mîrateya çandî.
MELÎD
Melîd, Melîdiya ji serdema Hîtît, Akad, Urartûyan maye. Ev der niha 7 kîlometre ji navenda Meletî dûr e; li gor sînorên fermî yê Tirkiyeyê li Battalgaziya Meletî dimîne ku tirkan navê "Arslantepe Hoyugu" (Girikê Arslantepe) lê kirine. Ev dera dîrokî ku dîroka wê heta Berî Zayînê bi 5 hezar salî jî diçe kete nava lîsteya UNESCO'yê. Di sala 2014'an de ev der ket nava Lîsteya Demkî ya Mîrateya Çandî ya Dinyayê, niha kete nava Lîsteya Bingehîn.
Girê Melîdê ku 7 kîlometre dûrî Meletî ye piştî "Lîsteya Demkî" niha ket nav Lîsteya Bingehîn.