logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'
  2. Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye
  3. Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 
  4. Li Amedê dem dema şanoyê ye
news-details

Serketiyên Xelatên Apê Mûsa diyar bûn

Navên kesên di 18'emîn Pêşbaziya Xelatên Rojnamegerî ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê hatin eşkerekirin. Di beşa nûçey

  • Dîrok: 16/09/2011
  • Beş: Çapemenî

Diyarname
Navên kesên di 18'emîn Pêşbaziya Xelatên Rojnamegerî ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê hatin eşkerekirin. Di beşa nûçeya kurdî de nûçegihanê DÎHA'yê Abdurahman Gok û Samî Yilmaz xelat girt.

Îsal rojnameya Ozgur Gundem û Azadiya Welat bi hev re 18'emîn Pêşbaziya Xelatên Rojnamegerî ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê organîze kir. Di beşên nûçeya kurdî, nûçeya tirkî, wêne û karîkaturê de berhemên hêjayî xelatê hatin dîtin dê roja 20'ê mehê, di roja salvegera qetilkiran Musa Anter (Apê mûsa) de li Amedê bi merasimekê bêne xelatkirin. Apê Mûsa hem di vê mesasimê de hem jî dê li Nisêbînê bi merasimekê ew bê bibîrananî.

Navên kesên ku bi ser ketin hatin eşkerekirin. Vane kes û berhemên bi ser ketine:

Nûçeya kurdî

Di beşa nûçeya kurdî de nûçeya bi navê; "Ji bo bilindahiya rojê ku ji rojhilat hiltê mînakek: Komunên Gundan" nûçegihanê DÎHA'yê Abdurrahman Gok û Samî Yilmaz hêjayî xelatê hatin dîtin. Xelata Juriyê ya Taybet ya Nûçeya Kurdî jî bi nûçeya, 'Pilingê Kurdistanê" hêjayî nûçegihanê ANF'ê Abdullah Bîlen hate dîtin.

Nûçeya Tirkî

Di beşa nûçeya tirkî de jî ji Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê nûçegihan Mutha Çetîn û Evrîm Kepenek hêjayî xelatê hatin dîtin. Çetîn û Kepenek bi nûçeya bi navê, "Tecawuza Leşkeran a 66 rojan dewam kir" beşdarî pêşbaziyê bûbûn.
Xelata Juriyê ya Taybet ya Tirkî jî ji bo nûçegihanê Gazete HaberTurkê Îlyas Akengîn ji bo nûçeya bi navê, "Me tecawuz kir, tu xwe daliqîne"

Wêne û Karîkatur

Di beşa wêneyê de xelat ji bo Selahattin Sonmez ji ber wêneyê bi navê, "Sen Yanmazsan Ben Yanmazsam" (Tu ne şewitî, ez neşewitim) hêjayî xelatê hat dîtin. Sonmez di rojnameya Hurriyet Daily News de dixebite.

Juriyê Wêneyê Ramazan Yavuz ê bi navê, "Du rûyên Başûr-rojhilat ê nayên guhertin: Dijwarî û xizanî" jî hêjayî Xelata Taybet a Juriyê dît. Ramazan Yavuz di Ajansa Nûçeyan a Doganê (DHA) de dixebite.

Juriyê beşa karîkaturê xelata yekemîn da Mûsa Keklîk. Musa Keklîk ku di sala 1981'ê de li Sêrtê ji dayik bû ye ji sala 2000'î ve di kovarên mîzahê de dixebite. Heta niha ew beşdarî gelek pêşengehan bûye.

Her wiha xelata taybet a juriyê ya karîkaturê jî dan Murat Îpek. Murat Îpek hê jî di Girtîgehê de ye.

Xelat dan Banu Guven

Xelata Gurbetellî Ersoz ji ber hestyariya xwe ya di warê pirsgirêka kurd de pêşkêşvan Banu Guven ku ji ber pirsgirêka kurd dianî rojevê neçar ma ji televîzyona dixebitî derkeve hêjayî xelatê hate dîtin.

Mazlûm Erencî nehat jibîrkirin

Xelata Çapemeniya Azad a Rûmetê jî ji bo malbata Mazlûm Erencî ku di encama şerê li Dêrsimê de ku hê 17 salî bû jiyana xwe ji dest da hate dayîn. Mazlum Erencî hê di zaroktiya xwe de di nav çapemeniya kurd de cih girtibû.

Her wiha Xelata Kedê ya Çapemeniya Azad dan MEYADER. MEYADAR di nava salê de li gelek bajaran ji bo kişfkirina gelek gorên giştî xabat meşand û ev keda wê, hêjayî xelatê hat dîtin.


Heta niha van rojnameyan xelat dan:

Yekemîn Pêşbaziya Xelatên Rojnamegerî ya Musa Anter û Şehîdên Çapemeniyê di sala 1993’yan de ji aliyê “Ozgur Gundem”, 94’an de “Ozgur Ulke”, 95’an de “Yenî Polîtîka”, 96’an de “Demokrasî”, 97 û 98’an de “Ulkede Gundem”, 99’an de “Ozgur Bakiş”, 2000’î de “2000’de Yenî Gundem”, 2001 û 2002’yan de “Yedîncî Gundem”, 2003’yan de “Yenîden Ozgur Gundem”, 2004, 2005 û 2006'an de ji aliyê “Ulkede Ozgur Gundem”, 2007'an de ji aliyê Gundemê, 2008'an de ji aliyê rojnameya Azadiya Welat û rojnameya Alternatîfê, 2009 û 2010'an de ji aliyê Azadiya Welat û Gunluk ve û di sala 2011'an de jî ji aliyê rojnameya Ozgur Gundem û Azadiya Welat ev xelat hate dayîn.

***

Nûçeya eleqedar:

- Pêşbaziya Apê Mûsa li benda berheman e

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Çapemenî - Nivîsên Dawî
news
  • 21 04 2026

Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye

news
  • 19 03 2026

Li Qamişloyê kovareke bi navê “Soryaz” dest bi weşanê kir

news
  • 10 03 2026

Nûbihareke nû li ber destên xwendevanên xwe ye

news
  • 25 02 2026

'129 rojnameger hatin kuştin'

news
  • 13 02 2026

Kovareke nû ‘Kewar’ê dest bi weşanê kir

news
  • 11 02 2026

Kerem bikin, bi 'Peyvname'yê bilîzin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

​​​​​​​Cenazeyê Hekem Xelo li Dirbêsiyê hat veşartin

ad

'Kurt Tarîhî' li ser eşîriya kurdan disekine

ad

Kultura Şer û Aştiyê

ad

BDP'ê ji bo Şaredariya Stenbolê kî pêşniyarê CHP'ê kir?

ad

Tu demê ’Cerr’ ew qas xweşik nebûbû

ad

'Hêkfiroş im ez, ez hêkên gundan difroşim'

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

  • 20 04 2026
news

Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye

  • 21 04 2026
news

Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 

  • 21 04 2026
news

Li Amedê dem dema şanoyê ye

  • 22 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname